Polîs ji Sultan Kara ya parastin xwest re got 'Biçe malbata xwe'

  • 11:15 29 Tebax 2026
  • Rojane
Rozerin Gultekin -Şehrîban Aslan
 
AMED - Malbata Sultan Kara ya ku li Amedê ji aliyê Ersan Akdemir ve yê pê re di pêvajoya hevberdanê de bû, hatibû kuştin, behsa  tundiya bi salan li keça wan hatiye kirin kirin kirin û gotin ku dema keça wan ji bo parastinê çûye qereqola polîsan jê re gotine, "Malbata te heye; here cem malbata xwe."
 
Sê roj berê, li taxa Şehitlik a navçeya Yenişehir a Amedê, Sultan Kara ji aliyê Ersan Akdemir yê ku wê dixwest jê veqete û derbarê wî de biryara dûrxistinê hebû bi çekê hat kuştin. Malbata Sultan Kara behsa tundiya sîstematîk ku li keça wan bi salan hatiye kirin kir û daxwaz kiri ku sûcdar were cezakirin.
 
'Gelek têkoşîn da'
 
Berî ku em bi malbatê re hevdîtinê bikin, rêxistinên jinan ên bajêr li cihê ku Sultan Kara lê hatibû kuştin, daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên wê beşdarî çalakiyê bûn û dema me daxwaza reportajê ji wan kir, wan xuşka wê ya mezin ji bo me pêşniyar kirin. Dema em gihîştin mala malbatê ji me re hat gotin ku ew ne li wê daîreyê ne, lê li daîreya qata jêrînin. Gava em çûn xwarê û me li derî da, komek jin pêşwaziya me kirin; piştî ketina hundir, me tavilê ferq kir ku tu kelûpelên malê nînin, tenê paldankek kevin û doşekek li nîvê odeyê hebûn. Ev dîmen, wan zehmetiyên mezin nîşan dida ku jin di dema avakirina jiyaneke nû de rastî wan tên.
 
Dema em li ser vê yekê difikirîn, jinên li odeyê gotin: "Ev mala Sultan e. Wê çend roj berê ev der kirê kiribû. Ew hatibû vir û bi kêfxweşiyeke mezin der û dor paqij kiribû. Ew gelek kêfxweş bû ji ber ku dest bi jiyaneke nû dikir, lê tevî vê yekê jî bi tirsa ku were kuştin dijiya.  Dîsa jî,wê ji bo xwe û zaroka xwe bêwestan têkoşîn da."
 
Ji malbatê bertek
 
Piştî ku em bi kurtî bi jinan re axivîn, me xwest hevpeyvînekê bikin. Wan ji me xwest ku em hinekî li bendê bimînin û diyar kirin ku xwişkeke Sultan a mezin heye ku her tiştî derbarê wê de dizane û her tim li kêleka wê bûye.  Jinan pêşniyar kir ku em li bendê bin heta ew were û çîrokê vebêje. Xuşka wê ji bo ku keça Sultanê ya ku zêde digiriya aş bike çûbû stargeha zarokan. Dema ku xwişk çend saet şûnda hat, bertekeke tund nîşan da û got: "Wan Sultan kuşt û wekî ku ev ne bes be, birayên wî mêrê ku xwişka min kuştiye, niha diçin stargehê da ku zarokê bibînin. Dewlet çawa dikare destûrê bide malbateke wiha ku zarokê bibîne? Dema ku em tenê ji dûr ve dikaribûn li xarziya xwe binêrin, malbata wî kujerî çû serdana wê. Ev tiştekî nayê qebûlkirin e."
 
Dema ku xwişka Sultan Kara hêrsa xwe dianî ziman, telefoneke berdewam ku lêdida bala me kişand. Wê telefon vekir û ji kesê li aliyê din re got: "Bira, êdî xwişkeke min tune ye; ew hatiye kuştin," û telefon girt. Piştî wê telefonê, em fêrî çîroka kursiyeke kevin a li odeyê bûn. Jinan berê xwe dan me û gotin: "Xwişka wê ev paldank ji bo wê kirîbû. paldank kevin bû, lê wê dixwest wan nû bike û qumaşê wan biguherîne. Kesê ku telefon kiribû, ji bo wê paldankê dê bihata."
 
Piştî ku em demekê din jî bi malbatê re axivîn, me dest bi hevpeyvînê kir. Lêbelê, berî ku em dest pê bikin, wan got: "Ewlehiya me di xetereyê de ye; wî em jî bi kuştinê tehdîd dikirin, lewma em naxwazin rûyê xwe nîşan bidin," û xwestin ku tenê qeyda deng bidin. 
 
'Di vê malbatê de kesekî ku bikaribe mirovekî bikuje tune ye'
 
Xwişka Sultan Kara, bi gotina ku Sultan di wan çar salên piştî zewaca xwe de rastî tundiyê hatiye dest bi axaftina xwe kir û got: "Wî berê jî li xwişka min dabû; stûyê wê şîn û reş bûbû û wê digot, 'Ew ê min bikuje.' Tundî piştî wê jî berdewam kir. Ew rastî tundiya derûnî û psîkolojîk dihat. Heke ew derketiba derve an jî perde vekiriba jî mêrik hêrs dibû. Wê tam di wê rojê de ku serlêdana xwe ya ji bo hevberdanê kir,  nêzîkî 25 roj berê biryareke parastinê mêr hat dûrxistin. Beriya wê bi mehek û nîvekê, mêr jê re gotibû, 'Divê tu guh bidî min,' û dema xwişka min ev yek red kir, wî dîsa êrîşî wê kir; di encamê de ew bi lingên xwas reviya qereqola polîsan. Polîsên li wir jê re gotin, 'Kêr di destê te de ye, lewma tu jî sûcdar î,' û wê jî bersiv da, 'Min ew hilda da ku xwe biparêzim.' Polîsekî li wir got, 'Di vê malbatê de kesekî ku bikaribe mirovekî bikuje tune ye; ji wan netirse.' Xwişka min xwest ku ew li stargeheke jinan were bicihkirin, lê polîsan jê re gotin, 'Malbata te heye; here cem malbata xwe.' Li gel ku rewş dizanibûn jî çek dabûn kujer."
 
'Wî her wiha tundî li zarok jî dikir'
 
Xwişka Sultana Kara ya mezin, got ku ew gefê li wan jî dixwe; jiyana wan di xetereyê de ye û  wiha axivî: "Dewlet sozên xwe bi cih nayîne; tenê piştî ku her tişt qediya dikeve nav mijarê. Eger bi rastî sîstemeke darazê ya dewletê hebe, çima ewqas jin tên kuştin? Keça xwişka min niha di bin parastina dewletê de ye; eger dewlet wê radestî bavê wê bike, ev tê wê wateyê ku dewlet kujeran diparêze. Eger bavek dayikekê bikuje dema ku zardi dewletê de tune ye. Em naxwazin zarok radestî wê malbatê were kirin. Wî her wiha tundiya derûnî û fîzîkî li zarok jî dikir."
 
Gotinên sûcdar: 'Ez wê bikujim jî ez ê neyêm cezakirin'
 
Xwişka din a Sultan Kara daxwaza edaletê kir û got: "Xwişka min ji roja ewil ve rastî tundiyê dihat. Beriya bûyerê deh rojan wî mêrî telefonî min kir û got, 'Piştgiriya xwişka xwe neke; bila vegere malê.' Min jî bersiv da, 'Eger em piştgiriya wê nekin, gelo tu yê dîsa êşkenceyê lê bikî? Em ê xwedî li xwişka xwe derkevin.' Wî êşkenceyeke giran li xuşka min dikir. Ez nikarim êşa wê bînim ziman. Wî mêrî berê jî gotibû, 'Herçend ez wê bikujim jî, ez ê neyêm cezakirin.' Em edaletê dixwazin; em dixwazin kujer were cezakirin."