Kesên tevli bîranînê bûn: Em bi saya wan li vir in

  • 17:22 27 Tebax 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Kesên ku beşdarî bîranîna li Nisêbînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bûn serbilindiya xwe ya li hember şehîdan anîn ziman û diyar kirin ku ew hebûna xwe ya li vir deyndarê wan in.
 
Serdanên girseyî yên ji bo bîranîna  li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê  ku ji bo kesên di dem û li cihên cuda  di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin  berdewam dikin.
 
Beşdaran serbilindiya xwe ya li hember şehîdan anîn ziman û bal kişandin ser pêwîstiya pêkanîna aştiyê di zûtirîn demê de. Herwiha ev peyam dan: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa wan bin."