Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şînê kirin

  • 12:58 25 Tebax 2026
  • Rojane
WAN - Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşên girseyî serdana şîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Wanê kirin û dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Dayikên Aştiyê û ciwanên Wanî bi meşên girseyî serdana şîna ku ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê Kurdistanê yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeya Artemêtanê ya Wanê kirin. Dayik û ciwanan di meşê de dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Ewilî Dayikên Aştiyê yên Erdîşê bi meşeke girseyî hatin li cîhê şînê û sersaxî dan malbatan. Dû re ciwan bi postereke mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, ber bi cîhê şînê re meşiyan û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin. Welatiyên di şînê de jî tev li xwendina sirûdê bûn û jinan tililî berz kirin.
 
Serdanên şînê bi awayeke girseyî didome.