ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2026'AN

  • 09:00 1 Tebax 2026
  • Rojane
 
*Jinên ku di komkujiya Şengalê de xizmên wan hatin qetilkirin, diyar kirin ku êş wan piştî 12 salan jî hê wekî roja ewil nû ye û gotin: "Me her cure êşa ku mirov dikare bifikire kişandiye. Heya em bijîn, em ê vê êşê di dilê û mêjiyê xwe de bijîn. Em hîn jî li benda vegera xizmên xwe yên dîl girtî ne, em bi hêviya ku dibe rojekê ew sax li me vegerin dijîn." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad der barê pêvajoya li Rojhilata Navîn didome de nirxandin kir û balkişand ser yekitiya Kurd û got: “Em dîrokek diyarkirî nadin lê di demek kurt de em ê mizginiya ji bo yekitiya Kurd bidin. Ev bi riya kongre an jî konferansê wê pêk bê.” DÎMEN HEYE
 
*Şêniya taxê da zanîn ku tiryak her diçe zêde dibe û barê herî giran ê tiraykê li ser dayikan e. Şêniya taxê daxuyakirin ku ciwan û malbat li ber çavan dihelin û  ji bo ciwan û zarokan banga têkoşînê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Şaredariyên DEM Partiyê li 25 bajaran 28 ‘Bîstanên Komun ên Jinan’ ava kirin. Di bîstanan de rihê piştevaniya komun dertê holê û yek ji hedefên wan ev e ku vê xebatê mezin bikin, bazarên jinan ava bikin. DÎMEN HEYE