Jinan pêvajo nirxandin: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin

  • 09:07 20 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Elfazî Toral - Devrim Fındık 
 
STENBOL - Li Stenbolê jinan pêvajo nirxandin û neavêtina gavan a ji aliyê desthilatdariyê ve rexne kirin. Jinan diyar kir ku pêşiya pevajoya hatiye xetimandin, wê bi rakirina tecrîdê, bi gavên qanûnî bên vekirin.
 
Di ser banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de salek û nîv derbas bû lê tevî vê hîna destilatdariyê gavek şênber û qanûnî navêtiye. Nîqaşên ‘qanûna mayînde’ ku Abdullah Ocalan pêşniyar kir jî didomin.
 
Li Stenbolê jinan der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.
 
Elîf Kepeklî:Ev çend sal in di alî hiqûqê de qe nebe hewldanek heye. Lê mixabin li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê tuneye. Tu kes nikare fikra xwe ya siyasî bi awayekî azad bîne ziman. Di qanûna nû de divê rêgeza wekhevî û azadiyê pêk bê. Cezayê ji bo tundiya li ser jinan tê dayîn 7 meh in. Gelo ev 7 meh pîvan e? Dema mirov vî cezayî bi cezayê li siyasetmedar, hunermendan tê birîn re tînin gel hev bi rastî gelek komîk e. Gelo ev pêvajo çima evqas dirêj berdewam kir.Divê ev bê pirsîn. Mixabin tu tişt ne wekhev e, ez pêvajoya muzakereyê jî erênî nabînim.
 
Nesrîn Sirtutan: Her diçe xera dibe. Ez ji ber ciwan û zarokan xemgîn dibim. Ez mucîzeyê dipêm lê zehmet e. Roj bi roj pergal diguhere. Em her diçin dişibin Îranê.
 
Nurdan Yilancioglu: Ji bo her tişt xweş bibe em hewl didin. Mirovên dixebitin jî asteng dikin. Li cihê ku edalet tunebe tu tişt tuneye.
 
Sîbel Aktekîn:Rewşa niha nebaş e.
 
Sedef Turgut:Mirov bêyî girtin bên darizandin baştir e. Heta delîl kom nebin girtin ne rast e. Kî fikra xwe bêje tê girtin. Ev ne rast e. Niha ji bo zarokan muebetê derdixin. Ev çiqas rast e ez nizanim. Lê divê zarok bên rehabîlîtekirin û bi civakê bên qezenckirin.
 
Asmîn Demîr:Li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê tuneye.  Ez îro yekî rexne bikim sibê têm girtin. Ji vê qanûna nû bendewariya min ev e ku Selahattîn Demîrtaş bê berdanê ye. Divê her kes bi awayekî azad fikrên xwe bînin ziman. Kujerên jinan tên berdan û sûcên xwe didomînin.
 
Nîsa Yazici: Li Tirkiyeyê edalet, hiqûq, debare tuneye. Mirov li bazaran tiştên tên avêtin kom dikin. Girtin, binçavkirin bêrêzdariya li hember mafê mirovan e.
 
Buşra Aydin:Rewş qet nebaş e. Kar tuneye, yên dixwînin betal in. Li vî welatî  hewce bi edalet, maf û hiqûqê heye. Em edaletê dixwazin.
 
Tuba Can:Pêvajoyek tê meşandin lê em hîna jî nizanin çawa tê meşandin. Dewlet gavê navêje. Demokrasî tê qetilkirin, jin tên qetilkirin. Pisgirêkên aborî zêde ne. Ya rast ez pêvajoyê erênî nabînim. Gav nayên avêtin. Hejmara girtiyan zêde dibe. Em jin aştiyê dixwazin. Hêvîdar im bersiva vê banga aştiyê bê dayîn.”