Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Dê têkoşîna me berdewam bike
- 20:16 20 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Komisyona Mafên Ajalan li Parka Rojavayê ji bo mafê ajalan daxuyanî da û got: “Em ê ti jiyanê radestî mirinê ne jî radestî dîlgirtinê nekin. Heta ku jiyan bi ser bikeve dê têkoşîna me berdewam bike.”
Di pêşengiya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê de li Parka Rojavaya li navçeya Peyasê ya Amedê ji bo mafê ajalanan daxuyanî ya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin faşîzma li ser ajalan” hate vekirin û dowîzên “Dar, ajal, azadî” û “Mafê jiyanê nayê astengkirin” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de dirûşmên “Dar, ajal, azadî” û “kom nekin, nekin hepsê, nekujin” hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê endama Komisyona Mafên Ajalan a Meclisa Ekolojiyê Gulşen Biler ve hate xwendin.
Gulşen Biler diyar kir ku weke Meclisa Ekolojiyê ya Amedê jiyanê; ji mirov, ajal, dar, av û axê cuda nagirin û mafê jiyanê û azadiya hemû zindiyan diparêzin. Gulşen Biler ev tişt anî ziman: “Em, wekî Meclisa Ekolojiyê ya Amedê, li gorî pêdiviya perspektîfa xwe ya ekolojiya civakî; bêyî ku mirov, ajal, dar, av û axê ji hev qut bikin, em mafê jiyanê, azadî û jiyana hevpar a hemû giyaneweran diparêzin. Tiştên ku îro li Amedê diqewimin, berdewama teşebbusa karesateke dîrokî ye ku li gelek bajarên Tirkiyeyê xistine meriyetê û di civakê de wekî “qanûna komkujiyê” bersiv dîtiye.”
Gulser Biler wiha domand: “Em di ferqa wê de ne ku pirsgirêk ji astek ku ser şaredariyan re ye dest pê dike. Ji ber ku em zîhniyeta desthilatiya navendî ya ku jiyanê wekî tiştekî ku bê rêveberin, girtin û di dema pêdiviyê de bê tunekirin dibîne pir baş nas dikin û em di ferqa wê de ne ku ti aliyê vê ferasetê yê ekolojîk, zanistî û wijdanî nîne. Helwest û reftara me ya di vê mijarê de ji berê ve tê zanîn. Me berê di daxuyaniyên xwe de diyar kiribû ku em vê qanûna ku hikûmetê derxistiye qebûl nakin, em şermezar dikin û em ê di her qadê de li dijî vê têkoşînê bimeşînin.”
Gulser Biler herî dawî ev bang kir: “Ji vir banga me ji bo tevgerên ekolojiyê yên li çar aliyê Tirkiyeyê, parêzvanên mafên ajalan, bijîşkên veterîner, odeyên pîşeyî, rêxistinên civakî yên demokratîk û hemû kesên xwedî wijdan e: Werin, em jiyanê bi hev re biparêzin. Û ji vir bi awayekî zelal em hişyar dikin: Yên ku jiyanê tune dihesibînin, yên ku di polîtîkayên komkujiyê de israr dikin, yên ku sozên xwe yên hatine dayîn ji bîr dikin û yên ku li van axan hewl didin jiyana hevpar tune bikin divê bizanibin ku; eger di vê helwestê de israr bê kirin em ê jî bi çalakî û reftariyên cuda berteka xwe ya demokratîk rêxistin bikin. Çalakiya nobetê ya li qadê di nav de em ê gelek vebijêrkan bixin rojeva xwe. Em ê ti jiyanê radestî mirinê ne jî radestî dîlgirtinê nekin. Heta ku jiyan bi ser bikeve dê têkoşîna me berdewam bike.”







