Li Amedê tundiya li ser jinan zêde dibe
- 09:06 20 Tîrmeh 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Esra Çîçek Mercan got di demên dawî de ligel tundiya fîzîkî, der barê tundiya aborî û komên sûc yên organîzekirî de jî serlêdan têne kirin û wiha got: “Serlêdan zêde bûne. Bi taybet li Amedê jin di bin tehdîdê de ne.”
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û rêxistinên jinan diyar dikin ku di salên dawî de ne tenê tundiya fîzîkî, ya aborî, psîkolojîk û zext jî zêde dibin. Jin diyar dikin ku qelsbûna mekanîzmayên piştgiriyê, bêcezahiştin û krîza aborî jî dibin sedema zedebûna tundiyê. Komeleya Jinan a Rosa ya li Amedê li dijî pirsgirêkan alternatîfa çareseriyê ye. Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Rosa Esra Çîçek Mercan der barê mijarê de axivî.
Esra Çîçek Mercan diyar kir ku di salên dawî de ligel tundiya fîzîkî ya dîjîtal û tehdîdên çeteyan zêde bûne û got: “Serlêdanên jinan ji ber vê zêde dibin. Berê ji ber tundiya fîzîkî serlêdan hebûn. Lê di demên dawî de tundiya dîjîtal pir zêde bûye. Ligel vê li Amedê serlêdanên jinên mexdûrên hinek çeteyane zêde bûne. Di nav van jinan de yên pewerde dîtine jî hene. Piranî piştî hevdîtinên kar dibin hedef. Piştre hem di alî aborî de hatine binpêkirin hem jî di alî ewlehiya can de fikarên cidî jiyane. Ji ber vê serî li me didin, çareseriyê dixwazin.”
‘Dema diçin serlêdana sûc jî tên tehdîdkirin’
Esra Çîçek Mercan anî ziman ku jin ji ber ewlehiya can naxwazin gilî jî bikin û wiha got: “Jinekê wisa gotibû ‘Ez dibim xwedî cesaret diçim gilî dikim, dinêrim ku ew kes ligel min in. Ez ji tirsan vedigerim malê.’ Me jê re got em pêvajoya dozê de ligel te ne. Lê bi qasî em dizanin hîna doz nehatiye vekirin. Tundiya dîjîtal bi taybet jî bi teknolojiya zekaya çêker zêde bûye. Dîmenên montajkirî jinan tehdîd dike.”
‘Bêcezahiştin tundiyê zêde dike’
Esra Çîçek Mercan bi lêv kir ku tundî ne şexsî ye, di têkiliya hêzê ya civakî de ji nû ve tê afirandin û ev nirxandin kir: “Em li tundiyê dinêrin, têkiliyeke hêzê ya dewletê heye. Di esasa tundiyê de yên xwe xurt dibînin tundiyê li ya bê hêz dike ye. Sedema tundiyê jî bê guman polîtîkaya bêcezahiştinê ye.”
‘Em piştevaniya jinê bi dildarî dimeşînin’
Esra Çîçek Mercan di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Jinên serî li me didin em berê wan didin saziyên têkildar. Berê kesên tevli sûc dibûn ji civakê dihatin dûrxistin. Mirovan ew qebûl nedikirin. Îro cezakirina civakî piranî ji holê rabûye. Komeleya Rosa di 2018’an de hat avakirin. Armanca wê afirandina polîtîkayên jinan bû. Ji jinan serlêdan pir zêde dihatin. Me serlêdan girtin. Em ji wê rojê de ye piştevaniya jinê bi dildarî dimeşînin. Em bi psîkologên ku ev ji xwe re kirine peywir re dixebitin. Piştî bûyera destdirêjiyê ya li Sêwêregê şûnde çalakiyên ku rêxistinên jinan pêk anîn deng da. Bertekên kolanê pêşiya dozê vekir. Çawa ku bûyer hat hînbûn, Platforma Jinan a Rihayê meş pêk anî lê baş deng neda. Li ser vê hemû rêxistinên jinan bi organîzekirî meş pêk anîn. Vê jî bandorek erênî li dozê kir.”
‘Serlêdan zêde bûne’
Esra Çîçek Mercan bal kişand ser serlêdanan û got li gorî sala borî serlêdan zêde bûne û di 6 mehên ewil yên salê, yên sala borî derbas kiriye û got: “Hejmara serlêdanê ya destê me de 30 ye. Tabloya Tirkiyeyê jî heman daneyan nîşan dide. Yek ji peywira esas a civaka sivîl ev e daxwazên jinan raste rast ji kesên biryaran didin re bê ragihandin. Em biryarên jinan bibin kesên biryarê didin re.”







