'Ji ber ku me aştî xwest em hatin îxraçkirin'
- 09:05 20 Tîrmeh 2026
- Rojane
ENQERE - Jinên KHK’yî diyar kirin ku ji bo aştî xwestine hatine îxrackirin û got: “Gava hêsan a demokratîkbûnê radestkirina kar a KHK’yiyan e. Hikûmeta vê jî neke di aştiyê de ne ji dil e.”
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde OHAL hat îlankirin û di çarçoveya vê de bi KHK’yan gelek kedkarên cemawerî hatin îxracakirin. KHK’yî ev 10 sal in li dijî vê biryara dijhiqûqî têdikoşin. Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) bi daxwaza kedkarên cemawerî yên hatine îxrackirin di 17-18’ê Tîrmehê de li ber Navenda Giştî ya KESK’ê bi dirûşmeya ‘Em karê xwe dixwazin’ dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji bajarên Kurdistan û Tirikyeyê kedkar tevli çalakiyê bûn.
Jinên tevli çalakiyê bûn derbarê mijarê de axivîn.
‘Ji ber em di pêvajoya aştiyê de çalak bûn, em hatin îxrackirin’
Mamoste Ulku da zanîn ku endama Egîtîm Senê bûye û bêyî hincet hatiye îxrackirin û da zanîn ku ji ber di pêvajoya aştiyê de rolek aktîf girtine hatine îxrackirin. Mamoste Ulku wiha got: “Hevala min Gulhancan di Mîtînga Aştiyê ya 10’ê Cotmehê de hat qetilkirin. Wê canê xwe da ser pêvajoya aştiyê. Min 10 sal jiyana xwe da. Di vê pêvajoyê de min krîza dil derbas kir. Min têkoşîna xwe meşand. Bêyî poşman bibim min têkoşîna xwe meşand.”
‘Êş û berxwedana me nikare bê vegotin’
Mamoste Ulku di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Em bi dijhiqûqiyek mezin re hatin rû hev. 10 sal in em vê dijhiqûqiyê dijîn. Min mafên xwe yên ji teqawîtbûnê girt lê pasaporta min ya 25 sal berê min girtibû nedan min. Mafê gerê sînor kirin. Birayê min li derveyê welat jiyana xwe ji dest da lê ez nikaribûm biçim. Êş û berxwedana me nikare bê vegotin.”
‘KHK’î neyên radestkirin aştî jî nayê’
Mamoste Ulku wiha dawî lê anî: “Em gotinên aştiyê erênî dibînin. Em her tim li kolanan bûn. Ev 10 sal in em bi dijhiqûqiyê re rû bi rû ne. Em ê daxwaza aştiyê bidomînin. Divê KHK’yî bên radestkirin. Wisa nebe wê aştî jî neyê welat.”
‘Em bi biryarên siyasî hatin îxrackirin’
Endama Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUM BEL-SEN) Aynur Şahîn Ozdemîr da zanîn ku dema di şaredariya Akdenîzê de dixebitî bi hincetên faliyetên sendîkal hatiye îxrackirin û got: “Çalakiyên jinan jî sûc hatine hesibandin. Bi îxracan xwestin jin ji qada cemawerî û kedê vekişin. Me piştî îxracê jî têkoşîna xwe meşand. Lê vê carê jî em di alî aborî de ketin zehmetiyê. Karê me tune bû. Lê tevî vê ez ji têkoşîna jinê û sendîkal dûr neketim. 10 sal in em li kolanan têdikoşin. Pêvajoya hiqûqî ya li dijî îxracan didome. Dosya min niha li daniştayê ye. Lê pêvajoyê dirêj dikin û neheqiyê didomînin. Serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê piştgiriyek mezin bide demokratîkbûna Tirkiyeyê. Çareseriya pirsgirêka Kurd wê bandorek erênî li demokratîkbûna Tirkiyeyê bike. Pêvajo pir hêdî dimeşe. Sererastkirinên qanûnî nayên kirin. Sedema îxrackirina me jî sedemên siyasî bûn.”
‘Ez ji Edeneyê hatim nobeta edaletê’
Ozlem Uçler jî destnîşan kir ku 10 sal berê ji kar hatine derxistin û ev nirxandin kir: “Îtaraza me di asta Daniştayê de ye. Em bêyî maf hatin îxrackirin. Li dijî vê em daxwaza radestkirina karê xwe dixwazin. Em ji bo vê niha di nobet Eneqereyê de ne. Em dixwazin têkoşîna xwe bidin bihîstin. Ji ber me daxwaza aştiyê dubare kir em hatin girtin. Em şer naxwazin. Hinceta îxraca me çalakiyên me yên ji bo aştiyê bûn."
Endama Şaxa Hejmara 1'ê ya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Enqereyê Denîz Keleş jî diyar kir ku ew nobeta edaletê didomînin û wiha dawî lê anî: “Li her derê welat nobeta edaletê heye. Em dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin. Di şevekê de bi KHK’yan ferman ji qesrê weşandin. Heta em venegerin karê xwe em dest ji têkoşînê bernadin.”







