Piştî Pirsûsê êşa tê ziman: Bila edalet pêk bê

  • 09:04 20 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Dayika Veysel Ozdemîr ê li Pirsûsê di êrîşa DAIŞ’ê de hat qetilkirin, Rabîa Ozdemîr wiha got: “Êdî Veyselê min tune ye. Parçeyek kezeba min di bin erdê de ye. Em aştiyê dixwazin lê bila dosya neyê girtin. Kurê min yê 22 salî mir kê ev kir? Kê rê vekir bila bê dîtin.”
 
Ciwanên SGDF’î ku bi dirûşmeya "Me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin" kampanya dan destpêkirin, pêlîstok, pirtûk û gelek alavên hewcedariyê kom kirin û xwestin bibin Kobanê. Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ber bi Pirûsê ve ketin rê. Bi dehan ciwanên li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara hatin gel hev, di dema ku daxuyanî didan de, DAIŞ’ê êrîşa bombeya zindî pêk anî. Di êrîşê de 33 Rêwiyên Xeyalê jiyana xwe ji dest dan, ji 100’î zêdetir kes jî birîndar bûn. 
 
Di ser bûyerê re 11 sal derbas bû. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da Veysel Ozdemîr bû. Dayika wî Rabîa Ozdemîr kurê xwe vegot.
 
‘Êdî Veyselê min tune ye’
 
Rabîa Ozdemîr da zanîn ku êşa wê hîna wek roja ewil teze ye û got: “Rojekê ji hişê min dernakeve. Êşa min wek roja ewil teze ye. Carekê de çû ji ber vê ye ku ez dibêjim qey wê hema rojekê derî lê keve û bê. Veysel heta wê demê derneketibû derveyê bajar. Cara yekemîn wê demê çû. Roja duyemîn a cejnê bû xatir xwest û çû. Me nizanîbû wê biçe Kobanê. Ji malbata xwe hez dikir. Sibehê saet 11.00 bû, çû. Em jî çûn gund. Em li gund bûn me teqîn bihîst. Ez li Veysel geriyam bersiv neda. Ez êvarê çûm malê cîrana min got Veysel çûye Pirsûsê. Min jî got Pirsûs li ku derê ye? Gotin birîndar e. Min nedît kurê min çawa defin kirin. Ji ber vê jî ez hîna jî bawer nakim ku miriye.”
 
Ji bo zarokan çûbû
 
Rabîa Ozdemîr daxuyakirin ku kurê wê gelek ji zarokan hez dikir û alîkariya mirovan dikir û wiha domand: “Biçûkê min bû. Qet li derve nexebitî bû. Me nedixwest bixebite. Lê mehekê li cihekî xebitî bi wî pereyî ji zarokan re tiştek girtibû. Ji xwe cil û pêlav girtibûn. Hîna cilên xwe yên nû li xwe nekiribû çû. Ew ji min re bû dert. Veysel her tiştê xwe bi mirovan re parve dikir. Bi mezinan re mezin bi biçûkan re biçûk bû.”
 
Nêrîneke ku heqîqet derxist holê
 
Rabîa Ozdemîr wiha dawî lê anî: “Em her  li alî aştiyeke ku heqîqetê derdixe holê ne. Em niha têkoşîna edaletê dimeşînin. Em edaletê dixwazin. Kezeba me dişewite. Parçeyek kezeba min di bin erdê de ye. Zarokên me bê sûc û guneh  bûn. 33 zarokên me mirin. Hîna kujer nehatine girtin. Bila edalet pêk bê. Ez heta dawî dest ji têkoşîna edaletê bernadim. Ez heqê xwe helal nakim. Em aştiyê dixwazin lê bila serê bûyerê neyê girtin.”