Girtiya nexweş Ayşe Kayra hat tahliyekirin

  • 19:57 16 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Girtiya nexweş Ayşe Kayra ya li girtîgeha Jinan a Şakranê girtî bû piştî 4 şal û nîvan şunde hat berdan.
 
Girtiya nexweş Ayşe Kayra ku 24'ê Gulana 2022'an de li Îzmîrê bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin piştî 4 şal û nîvan şunde ji girtîgeha Şakranê hat berdan.
 
Endamên EGE-TUHAYDER û malbata Ayşe Kayra ew bi kulîkan pêşwazî kirin.