Ji girtiyan ji bo Munîbe Koç nameya sersaxiyê

  • 11:41 8 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ENQERE - Girtiyên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê ji bo Munîbe Koç, "Dayika Aştiyê" ya ku jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê şandin.
 
Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê ya Enqereyê, ji bo Munîbe Koç a Dayika Aştiyê ku di 14'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû, peyameke sersaxiyê şandin.
 
Naveroka peyama jinan wiha ye:
 
"Dema ku em dixebitîn, ew her tim li kêleka me bû; her tim li derfetekê digeriya ku me bi xwe re bibe malê. Ew yek ji damezrînerên Meclisa  Dayikên Aştiyê ya Enqereyê bû. Di wê demê de ku me ew nas dikir, wê hewl dida ku dayikan bîne cem hev. Digot, 'Tenê sê-çar dayikên me yên çalak hene; hejmara me kêm e û divê em zêde bibi,' û qet dev ji xebatê berneda. Ew yek ji dayikên me yên herî kedkar ên Enqereyê bû. Jinek ku enerjiya wê qet kêm nedibû.  Tevî ku ji me hemûyan mezintir bû jî Çavên wê li asoyên dûr bûn.  Li ??kurê wê li qadên azad bû; mîna her Dayikeke Aştiyê, nêrîneke wê ya kûr û hişyar hebû, destê wê her li ser dilê wê bû. Em hinekî bi wê yekê dilnerm dibin ku wê herî kêm şahidî ji vê serdemê re kir û bi hêvî çû. Lêbelê, qet kurê xwe bi çavên xwe nedît. Xwedê rehma xwe li giyanê wê bike."