‘Komkujî sûcê li dijî mirovahiyê ye’
- 12:18 2 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi boneya 33yemîn salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyanî da û got: “Komkujiya Sêwasê bi polîtîkayên yekparêz û redkar hat pêkanîn.
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk destnîşan kir ku taybetî Kurd û Elewî; gel û baweriyên cuda cuda li Tirkiyeyê rastî polîtîkayên yekparêz û redkar tên û got: “Yek ji wan êrîşan jî di 2yê Tîrmeha 1993an de li Sêwasê pêk hat û komkujiyeke mezin li dîrokê hat zêdekirin. Lewra 33 sal berê bi dehan helbestvan, nivîskar û hozan ku ji bo Festîvala Pîr Sûltan Abdal li Sêwasê bûn, bi awayekî plankirî li ber çavên dewletê di hotela Madimakê de hatin qetilkirin.”
‘Bi motîvasyona dijî Elewîtiye hat pêkanîn’
Di berdewama daxuyaniya xwe de înîsiyatîfê da zanîn ku Komkujiya Sêwasê bi motîvasyona dijî elewîtiyê hate pêkanîn û wiha pê de çû: “Her çiqas di ser re 33 sal derbas be jî hê agirê li Madimakê venemiriye. Lewra tu car tarîtiya li paş komkujiyê nehat ronîkirin, kujer nehatin desteserkirin û darizandin û di dawiya dawîn de doza vê komkujiyê bi hinceta “demborî” bêencam hat hiştin. Ev encam; ji Koçgiriyê heta Dêrsimê, ji Meraşê heta Çorûmê, ji Gaziyê heta Roboskiyê berdewamiya polîtîkayên bêcezatiyê ye. Bêguman li Sêwasê komên faşîst ji helwesta rayedarên dewletê cesaret girtin û dest bi êrîşên xwe kirin. Lewra hedefgirtina gelê Kurd û Elewî her tim li ser polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê hatiye avakirin. Diyar e ku heta li ser erdnigariya pir çandî û pir olî mejiyê yekparêz neşike dê her tim xetereya qetlîaman li ser gelan bidome. Ji ber vê ye pêwistiya aştî û civaka demokratîk ji her demê zêdetir êdî pêwistiyeke jiyanî û jêneger e.”
‘Agirê Madimakê berdewamiya Kerbelayê ye’
Înîsiyatîfê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku Agirê ku li Madimakê hat pêxistin, wekî berdewamiya Kerbeleyê di serî de dilê gelê Elewî, dilê hemû kesên xwedî wijdan şewitand û ev nirxandin kir: “Di meha Mûharremê de gelê Elewî tenê şehidên Kerbeleyê bi bîr neanîn, di heman demê de komkujiya Sêwasê jî şermezar kirin û 33 kesê ku bi awayekî hovanê hatin kuştin bi bîr anîn. Bi vî awayî, em dizanin ku rojiya Mûharremê jî ji Kerbelayê heta Koçgiriyê, ji Dêrsimê heta Sêwasê wekî têkoşîna hebûnê bênavber tê meşandin.
‘Komkujî sûcê li dijî mirovahiyê ye’
Di berfirehiya daxuyaniya xwe de înîsiyatîfê da zanîn ku Komkujiya Sêwasê sûcekî dij-mirovahiyê ye û got: “Lê heta niha dewletê wekî li dijî komkujiyên din, li dijî vê komkujiyê jî sekna xwe ya fermî neguherand. Lewma cihên qetlîam, komkujî û işkenceyan wekî “Şûnwarê bîrê” nayên qebûlkirin, wekî “muzexaneya bîranînê” nayên çêkirin. Lê em bang li dewletê dikin ku ji bo mafê hemwelatiya wekhev divê teqez bi Komkujiye Sêwasê re hevrûbûn pêk were û demildest şûna komkujiyê bibe muzexaneya şermê.”
‘Êşa komkujiyê nadin jibîrkirin’
Înîsiyatîfê 33 kesên hatine qetilkirin bi bîr anî û ev tişt gotin: “Em hestên xwe yên piştevaniyê bi gelê xwe yê Elewî re parve dikin. Li ser axa Tirkiyeyê û Kurdistanê divê hemû netewe, bawerî û mezheb werin qebûlkirin da ku di nava gelan de xweşbînî geştir bibe. Em bawer in ku yekîtiya demokratîk a bawerî û gelan dikare pêşî li qetlîman bigire, jan û êşa van qetlîman kêmtir bike. Bi armanca ku ji kujeran hesap were pirsîn û hevrûbûneke rasteqîn pêk were em ê li êşa komkujiya Sêwasê xwedî derkevin û tu car nedin jibîrkirin. Bi van hestan em hemû kujer û berpirsiyarên komkujiyê bi tundî şermezar dikin û 33 canên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”







