Sê keçên leheng: Zîlan, Sema û Gulan...
- 09:05 2 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Girtîgeha Sîncanê, jinan derbarê têkoşîna Zeynep Kinaci, Sema Yuce û Fîlîz Yerlîkaya de nameyek ji ajansa me re şandin û gotin: "Zîlan bi çalakiya xwe bû zimanê gelên bindestan. Sema, di zindanê de li dijî îxanetê bedena xwe kir mertal û Gulan jî di dil û mêjiyê jinan de bû sembola wêrektiyê."
Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan, di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dêrsimê çalakiyek pêk anî û bi çalakiya xwe di dîroka Kurdistanê de deng da. Sema Yuce bi nasnav Serhildan, piştî çalakiya ku di 21'ê Adarê de li girtîgehê pêk anî, di 17'ê Hezîrana 1998'an de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Sema Yuce, di aliyê berxwedana zindanan û xeta bîrdoziyê de xwedî girîngiyeke sembolîk bû. Fîlîz Yerlîkaya bi nasnav Gulan jî sekna xwe ya parêzvaniya xeta rêxistinê de di nav têkoşîna azadiyê de dihat nasîn.
Ji Girtîgeha Sîncanê, Selver Îspîr û Fatma Aslan, dêrbarê têkoşîna Zeynep Kinaci, Sema Yuce û Fîlîz Yerlîkaya de hest û ramanên girtiyên jin girtin û wek nameyek ji ajansa me JINNEWS’ê re şandin.
Selver Îspîr û Fatma Aslan di destpêka nameya xwe de wiha bal kişandin ser mijar û girîngiya meha Hezîranê: “1996’an de hat xwestin ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd û Rêberê Azadiyê Birêz Abdullah Ocalan sûîkastek were çêkirin. Şehîd Zîlan 30'ê Hezîranê bi çalakiya xwe fedaî bersîv da ew hêzên emperyal. Bi vê çalakiyê Şehîd Zîlan ne tenê ev sûîqastê vala derxist, di heman demê de bi çalakiya xwe bû zimanê hemû gelên bindest û serhildana jinên azadîxwaz. Bi vê çalakiya xwe eşkere kir. Şehîd Sema jî di zindanê de li hemberî îxanet û hevkariyê bedena xwe kir mertal û bi agir bû sembola têkoşînê. Heval Gulan a ku dil û mêjiyê jinan de bû sembola wêrektiyê û têkoşeriyê û gelek jinên leheng.
Ser wate û girîngiya meha Hezîranê, jinên ku di Girtîgeha Sîncanê dimînin hêst û ramanên xwe wiha anîn anîn ziman.
‘Bahoza giyanê daye li ber xwe’
Melek Kartal: Ev dem di demsala giyana jiyana me de belav dibe. Behna kulîlkên xewna Sema û yên rengrengî. Çirûskek diqemişe di çavên me de. Zîlanê çûye heta perava tûvê. Baweriya rêhevaltiya Gulanê ye, Bi wêrekiyeke mezin. Bedewiya bahoza giyanê daye li ber xwe. Wan, ew gerdûn bi vîn a bengîtiya azadiye ve hûnandin. Rûsteqîniya me jinan de bûn dengê yekbûyînê. Di giyana mirovahiyê de bûn hîşmendiya têkoşîneke hevpar... Zîlan, Gulan, Sema…
‘Tunebûne tune kirin’
Newroz Bozkurt: Me dizani ka tunebûn çi ye û mirov çawa tune dibin. Lê me baş nizanî bû ku em ê tunebûnê çawa tune bikin. Zîlan, ji Munzurê, Sema ji Araratê, Gulan jî Qendîle li ser agir meşiyan û tunebûnê tune kirin... Îro her jin, ji bîrînên Zîlan, Sema û Gulan ê evîna azadiyê dimije, hebûn û xwebûna xwe yê komunal ava dike. Dê ked, fedakarî di nav û şana wan her sê hevalên me yên nemir de hertim dil û jiyana me ronî bike.
‘Tu caran ji bîr nakin…’
Ayşe Gokkan: Zîlan… Gulan… Sema... Xeber nedan ji ber meş û mor an ve; dizanî bûn dê dilê wan bîmîne. Biryar nedan ji ber ax, av, hewa vemire. Bextewar nebin ji ber zarokan ve; dizanîbûn dê çav tirsokê bibin, loma di civakên de rûsipî, di serhildanan de sekvan, di cihê jiyanê de rêbêr, di çem û deryayan de mevzîne. Ew ala hêzdariyê, li dilê têkoşînê pêçayî ne. Bi van hêst û ramanan, em van bi dilê xwe direşînin tu caran ji bîr nakin û dê ji bîr nebin.
‘Hêvî, jiyan bi xwe ye’
Şukran Aydin: Zîlan, Sema û Gulan... Şansek min a Heval Zîlan û Heval Sema bîbînim çêne bû. Lê derfeta min a bi Heval Gulan re bijîm çêbû. Tê zanîn ku di dîroka hemû gelan û şoreşgeran de hin dem, roj, kesayet hene ku qet neyên jî bîrkirin. Civak, hebûna xwe bi van nîrxan ve pênase dikin. Ji ber ku hafizayeke civakî dane avakirin. Ev rasteqînî ji bo dîrok, jiyan û tekoşîna me jî derbasdar e. Hafizeyeke gelek mezin, bi berdelên giranbiha hatiye avakirin û didome jî... Ji bo rastiya şehît, gelemperî tê gotin ku “Ji ber rastiya şehît heye, em hene" ew pênasayek pir rast e. Jiyanî ye, lewra şehîd, wateya jiyanê bi xwe ye. Ez jî hewl didîm ku bi giyana wêrektiyê têkoşerî û bi baweriya van hevalan xwe bîgîhînîm wateya jiyanê. Ji ber ku hêvî, jiyan bi xwe ye, ew jî rastiya şehîdan e.
‘Diroka tarî ronî bû bi agirê canê ciwanan’
Samîre Dîrekçî: Di şehsê Şehîd Sema, Şehîd Zîlan û Şehîd Gulan de ez bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim. Bi bîr tînim û mînetdarê cangoriyên şoreşa azadiyê me. Rêheval Şehîd Sema, Şehîd Zîlan û Şehîd Gulan dîroka kevnar zindî kirin, bi vîna jiyana azad. Tevgera me tevgereke li ser xeta şehîdan hatiye avakirin. Bi berdelên gelek giranbûha hebûna gelê me hat mîsoger kirin. Bi ked û fedakariya şehîdên nemir. Siberoja me şehîdan afirandiye. Bi evîna kurdê azad, jiyana bi rûmet teşe digire li her derê cîhanê. Hemû cureyên gerdûnî, bi felsefa hebûnê ve her tişt jî nû ve tê watekirin. Hêst, raman, xeyal û xewnê şevan êdî di diherike li ser rûpelên dîroka azadiyê. Aqilê kurd êdî navenda dergeha stargeha xwebûna kurd e. Rêwiyên di rêya rasteqîna jiyana azad sê jinên şoreşger, pêşeng, evîndarên dozê, dildarê gelê xwe, hebûn wate kirin di xeta fedaîtiyê de. Bedewî li ser dil û mêjiyên bi awazên azadiyê ve hûnandin, şoreşa kurdî û jinên azad. Diroka tarî ronî bû bi agirê canê ciwanan. Vîn û aqile jina kurd bilind dibe di rêya rastî rasteqîna xeta Apogeriyê de. Şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînîm, soz ji we re heval em ê şopdarê rêya we bin. Tu car em ê we jî bîr nekîn û we nedîn ji bîrkirin!
‘Ew teşiya heqîqetê ye’
Pinar Tîkît: Li ser teşiya zanistê, sê jin, sê perperokên azadiyê, heqîqet, rastî û bengî ser teşiyekê bi vîna xwe dan ristandin. Ew teşiya heqiqetê ye, bi azweriyeke mezin ve dizivire û bûn ava jêderka jinê. Zîlan legerîna heqîqetê ye. Sema bengî ye, Gulan giyana rêhevaltiyê ye. Ez wan hevalên rihê bengîtiya jiyana komunal bi bîr tînim, dê her tim rêya me ronî bikin.
‘Reqsa azadiyê’
Selver Îspîr: Ger di nav gelekî bindest de mezin bibî, divê ji bo azadiyê û serkeftinê ji herkesî zêdetir tu afirîner, çalak herîkbar, fedakar… bibî. Ger ku te ji bo wî gelî têkoşîn dabe pêşiya xwe, divê tu di lutkeyê herî bibind de tim reqsê bikî… Zîlan, Sema û Gulan tim bi reqsa xwe ya têkoşînê di bîra me de nin. Lewra reqs herîkbariyê, afrineriyê, çalakiyê, kedkariyê, xwe nû tevlê kewşê kirinê ye. Em minetarin ku me çîrokên wan guhdar kirine. Em mînnettarin ku wan çîrokan bi me re ev pirs dane pirsîn; “Gelo ji ber kijan sedemê mirovek dikare ewqas fedekar bibe. Xwedî li çalakiyek wisa bibe?” Ev pirs bû ku em xistin li pêy hewldana “Reqsa Azadiyê” fêm bikin. Ji bo pirsnîşan, avakirin, hinkirina we spas! Lewra ez-em ji reqsê pir hêzdikin.
‘Şerê jiyaneke rast…’
Melîke Goksu: Rastî, diyardeyeke zindî ye. Gor mîrov bi rastiya zindî ve hem çareser nebe nikare tiştên rast jî pêk bîne. Ev her sê jinên kurd di cewhera xwe de gihiştin vê rastiyê. Tiştê çewt û nerast ji bo wan qada têkoşînê û raperînê bû û wer jî kirin. Li hember hemû xerabiyan şerê jiyaneke rast kirin. Bi têkoşîn û raperînên xwe bûn bîngeha têkoşîna xilasiya birdoziya jinê. Bi têkoşîn, raperîn û şahadetên xwe bûn felsefeya jiyana rast û azad. Ew ne tenê wek kesek jiya bûn. Zimanê mîlyonan bûn. Dema navê wan dibhizin teve hemû rastiyê wan..! Şehadeta Heval Gulan wekî êşekî bêdawî her tim dilê mîrovan disojîne. Em ê bi vê êşê her tim bi bîr bînîn. Dîsa raperîna heval Sema bû bersiva gelek pirs û gelek tirsan. Bi jiyana rast bi feraset bi bersivên rast, rê nîşane me kir. Heval Zîlan ji bo jinên kurd û jinên cîhanê gihiştina azadiya jinê; jiyaneke rast lûtkeye. Ev her sê jinên şoreşger, rastiya berdêla jiyana xwe parastin. Ew rastiya ku zindiye ji wan bi felsefeya jiyana rast û azad nemîr kir...
‘Wêneya jiyana azad’
Nazli Soylîn: Di salek nû de şehîdên me yên hêja; Bê guman her ku sal derbas dibin, salvegera Şehîd Zîlan, Şehîd Sema, Şehîd Gulan û tewahî hevalên din, yekemîn mirov di nava dilê xwe de dixwaze dubare dubare di sexsê wan havalan de jiyana xwe, xwastekên xwe lepirsîn bike û soza xwe ser jiyana azad nû bike. Dema ku ev heval tên bîra mirov, mirov bi wan hestan tijî dibe. Gelo van hevalan xwestin jiyanek çawa bidin ber me? Wan bi xwe çawa jiyan kir? Jiyaneke çawa dan ber me? Bê guman gelek jinên cîhanê cur bi cur têdikoşin, jiyana xwe kirin têkoşîn. Jiyana ku dixwestin ji me re xêzkirin. Jiyan kirin şovale, tual kirin. Têkoşînê bi firçeyan xêz kirin û kirin gerdûnî. Tewahî rengê gerdûnî li ser fîrçeya wan bû jiyaneke rengîn, ji reş û tariyê xilas kirin. Mirovatî vê jiyana rengîn û bi rûmet tu carî ji bîr nake. Van hevalên wêneyê azadiyê wiha dan ber çavê me û cîhanê. Ji ber vê jî dema ku navê wan hevalên pîroz tê bîra min wêneyê jiyana azad tê ber çavê mîn.
‘Bûn dara jiyanê’
Emîne Abîş: Sê jinên azad; Zîlan, Sema, Gulan… Bûn dara jiyanê. Bûn kulîlkên rojê. Bûn hevalên şoreşê. Bûn sterk û ezman. Bûn hêviya gelê xwe. Sê jinên azad.
‘Ken û ked di nav hev de…’
Zerrîn Yilmaz: Heval Gulan; Niha li vir bibûya, dengê Rêberê xwe bibihista, dê bi destê jinên ciwan re bigirta… Ji ber ku ji wan pir hez dikir. Ewqas ku pêşniyara wê ya dawî bû. Divê bala me li ser jinên ciwan bê. Ê kesekê/î nizanîbû çawa dibe, dê tew bi dîlanê rabûne, li pêy heval Gulan û di nav hewldana lêkirinê deme (înşa). Bi Gulan re ked çi qas li xweşiya wan biça, ew ku hêza kedê bû, heskiriya xwedanê bû. Wizeya xwe wîsa belav dikir. Ken û ked di nav hev de temam dikir. Heval Zîlan; "Ez çi bikim?", "Ez nizanim", "Travmayên min hene" û "Ez şikestî me" xezeb bû ji van re ku berî biçe hersa xwe bilev kiri bû. Ev çalakiya li hemberî hincet û bendavan bû, bê rawestan. Heval Sema; Ew ku çareseriya nakokiyan bû. Cihê ku ew heyî nedigotin "Min fêm nekir", “Pêvajo di serê min de zelal nîne" û “Nizanim ê bibe an na”. Sema ku hebûna zelaliyê bû, ya ku roj di ezman de bi cih kiribû û ronahiyê parve kiribû. Ew ku di zelalbûnê de çalakî ditibû. Lewra xwe wîsa binav kiribû berî biçe. Ew çalakiya li hember nakokiyan bû, dûdiliyen, bê baweriyan bû.
‘Nivîsandina çîroka mirovahiyê’
Medya: Zîlan, Gulan û Sema, em bala xwe bidin çîroka jiyana wan. Jana azadiyê kişandine û bi vê janê ajdane. Xwebûn berî her tiştî di mejiyê de pêkan e. Hişmendî di mejî de dixuliqe û bandora xwe li tevahiya bedene dike. Di navbera mejî û beden de ev têkiliya xwezayî zor û zehmet e. Rezeke û her kesek bi jiyana xwe dighêje kesên vê rezê diqelifin. Di navbera bedena xwe û bedena gerdûnê de tu astengî û durahiyê nahêlin. Gerdûn dibe bedena wan bi xwe. Ev mirov bêlegerîna wateyê nikarin debar bikin. Ev legerîn ê ku çîroka mirovahiyê dinîvîsî ne. Zîlan, Gulan û Sema, ji xwe her yek xwedî li hişmendî, giyan û dil in. Bi boneya meha Hêziranê bi yad kirina Zîlan, Gulan û Sema, em hişmendî, giyan û dilê xwe bi hevdû re kargin bikin. Zîlan, oxirê, Gulan xet e, Sema meş e. Di oxirê de, bi xetê em ê bimeşin, bê dawî, bê hempa û bê rawestan…
‘Sê keçên leheng’
Zîlan Demîr: Sê jinên azad. Dest bi dest. Gulî bi gulî. Dem cuda mekan cuda. Rê yek meş yek. Hewra kurd in. Hewara jinê ye. Gihiştine hev. Sê keçên leheng. Wekî sê kulîlkên por. Li dora Gelê Kurd ba didin. Digihêjin, diherikin, dibiriqin. Û dikin yek kurd. Li ser bejna çiyayan xwe berdidin. Dibin Dîcle, Firat. Şîn dikin xaka hişk. Bihuşt dikin. Geliyê Zilan, kulîlk vedikin li nav çar dîwaran zîn dikin. Her 3 jinên azad! Di dîroka me kurdan ya nêz de her sê lehêngên jin derketine û bi helwesta xwe ve aloziyan re bûne bersiv. Çanda berxwedanê nivîsandine. Şehîd Sema, Zîlan û Gulan, Şehîd Sara, Rojbîn û Leyla, Şehîd Sevê, Pakîze û Fatma yên ne rasthatinê ye… Rasteqîna jina azad bi çanda kurdewarî re dema gihiştiye hev, di berxwedana jinên kurd de bûye wek keziyên li ser bejna wan sê gulî gihiştiye hev.
‘Eş û bedelên giran hat dayîn’
Nûriye Adet: Kurd, êş û bêdelên giran dan, ev rast e. Pakrewanê wateya xwedîderketinê ve tacîdarkirin ku Gelê Kurd û gelên din ji bi ser bilindahî xwedî vê wateyê mezin derbikevin. Gelê Kurd jiyana Hevalên Xwedayînê û pêşeng mînak digrin. Ji ber ve, her kurdek berpirsiyare ku daxwaza wan xwedî derbikeve û bi vîn, di avakirina jiyana azad a kurd de, li her derê cîhanê bi cih bigire. Ev yek nebe nebe ye. Em ê xwe azad bikin, li dijî ewqasî êrişên sermayedar, kujer, hêzên hegemonîk. Bi ruhê jinên têkoşer ên meha Hezîranê û hemû wext Xwedayiyên pakrewanê PKK’ê, ji bo fikrê Rêber Apo wek daristanekî gur li Kurdistanê şîn bîbe. Pakrewanbûn di vê vê oxîrê de têdikoşin. Ev ruhê bi fikrê azad û li dijî dagirker, tahrîpkeran, nûkeran, tim û tim sond û peyama pakrewanan ku dane li pêş me. Divê em wan qet ji bîr nekin, wekî perwerde di jiyane xwe de bigirin û biparêz in. Dê ewilî li Kurdistanê û cihanê mezin bibe û kurd azad bijîn. Her kurdek bikare govenda azadiyê bi keç û xortên welat re dilsoj û bi evîna kurd bibin xelek li dora Rêber Apo û tevbigerin. Di şexsê pakrewanên meha Hezîranê de hemû milyaketên şoreşê bibîrtînin, ked û destana jiyana wan dê pêşiya me ronî bikin."
Zîlan, Sema û Gulan...
Piştî yek bi yek nêrinan Selver Îspîr û Fatma Aslan a ku amadekariya nameyê kirin, bi nêrineke giştî wiha dawî li nameyê anîn: “Zîlan navê jiyana xwebûyînê, evîna Kurd û jiyane ye. Jixwe kesayeta Heval Zîlan di hêla fîkrî, zîhnî û çalaktiyê de Rêbertî bi wateyeke berfireh û dîrokî pênase kir û got ku 'Zîlan fermandar e, em ê jî gotinên wê bi cih bînin'. Ev peyama Rêber Apo li her derê derbasdar e. Dîsa kesayetiya çalakiya Heval Sema û di jiyana rêxistinê de sekna Heval Gulan li hemberî tasfiyekaran, komplogerên navxweyî en ku xizmeta hêzên hegemonîk-dagirker û kujerên hebûna kurd, seknek nîşandan.
Pêşeroja kurdên azad
Ev çalakiyên bi bandor ê dîrokî û sekna şoreşgerî li dijî komployên li hember jiyan, fîkîr û ramanên Rêber Apo bûn bertekek. Bi fikr û ramanên Rêbertî xwe bigihîne jiyana Kurdistanî û mîrovahiya dinê. Meha Hezîranê, her roj, her meh û her salê, şerwanên ku fikrê Rêbertiyê bawerkirine, bi fedayî çalakî kirin. Bi vîn û sekna şerwanên şoreşger ên PKK’ê, bi rihê vê fikrê çalakî li dar xistin. Mîrateya berxwedanê dan gelê Kurd. Bi kesên enternasyonal ku li pêy heqîqeta mirovahiyê ne, li hember hêzên tarî bi bertekek mezin têkoşîn dan. Ji bo Roja kurdan tarî nebe û xwe kirin ronahî û Roja Kurdan ronî kirin. Di wateya girîngiya kurd de jiyana azad bi fikrê Rêber Apo, bi can bi xwîn pê re bûyîn mohr kirin. Xwebûna Kurd, bi fikrê Rêbertiyê dê her hebe û bijî. Wateya jiyana ku çalakiya Heval Zîlan ji xwe peyamek bû ji me re: ‘Xwezî ji canê min bêtir tiştek hebûya ku min bida’. Ev gotin xwedayîna eşqa keda Rêber Apo bû. Baweriyek evqas mezin bû, ji bo ferbûna qedimtiya gelê Kurd. Ev peyam, daxwaza jiyana kurd rêxistinê bibe, çalak bibe û bikeve govenda kurdê azad. Bi xelek li hev zêde bibe, bibe mertal li dora rojê. Ji bo pêşeroja kurdên azad her hebe, qedîm bibe û serfiraz bibe xwe kirin stargeha fikran. Her wiha hewceyê ku bê parastin. Bi xwedayînê, gazî Gelê Kurd dike ku li dijî qirkirinê bibin yek. Li hember helandina mişexftikirinê bêjin na û ferasetên xwe li dora kurdê azad û şoreşgerê azad, bi fikrê Rêbertiyê, Kurdistanê bi xwe re bikin daristana şîn. Serbilind bibin û afriner bin. Her kesayetek û kurdeke azad divê li dijî dagirkeriyê yên ku çand, feraseta kesayetên kurd tehrîp kirin rawestin.
Têkoşîna jina azad
Her bertekekî pakrevanên PKK’ê heyfek ji dîrokê ye, qirinên sedsala berê ne. Komara Tirk, Gelê Dêrsîm, Zîlan, Agirî, Sason û Koçgirî qir kirin. Berxwedana hebûna kurd hatin tepisandin. Û her pakrewanek navên cihê serhilder hilgirtin. Bi fikr û eşk bi çalakiyên xwe bûn heval ji Rêber Apo re. Ji xwe, kurdê azad bi rihê xwedanînê têkoşînê, watedar û xurt kirin. Û jinên têkoşer ê xwedayînê besta dîrokê ji hilgirtin bi navê Zarîfe, Besê, Girtina heyf hildan û pêşengtiya jinên azad vekirin. Û îro keda van pakravanan ve têkoşîna jinê azad derket holê û dîsa pêşengtiya jiyana demokratîk a kombûnê hildan ser milê xwe.”







