Derbarê navenda lênêrtinê belgeyek nû

  • 10:34 29 Hezîran 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH –Di belgeyên nû yên ku derbarê lêpirsîna Navenda Lênêrînê ya Şifa ya Taybet a Êlihê de hatine bidestxistin hat diyarkirin ku 50 kes li wê tesîsê mane. Li gorî qeydan, ev kom ji 29 nexweşên mêr û 21 nexweşên jin pêk tê.
 
Nêzîkî 20 roj berê, di çarçoveya lêpirsîna li ser îdiayên tecawiz, îşkence, mirina bi gûman û gelek nelirêtiyan de li Navenda Lênêrînê ya Şifa ya Taybet a Êlihê ku nêzî gundê  Krêdîyê ye û xizmetê dide nexweş, astengdar û Kal û pîran, bi îdaya tecawiz û gelek nelirêtiyên din operasyoneke berfireh hate kirin. Di lêpirsîna hat kirin de zêdetirî 80 kes hatin binçavkirin û zêdetirî 10 kesan jî hatin girtin.
 
Dîmen, belge 
 
Di raporên ku di 27 û 28'ê Hezîranê de hatin weşandin, dîmenên ku îşkenceya li ser kesan li navenda lênêrînê nîşan didin hatin bidestxistin û belgeyên fermî, nameyên navxweyî û daxuyaniyên ji dosyaya lêpirsînê bi raya giştî re hatin parvekirin.
 
'Îşkencekirina nexweşan hat protestokirin'
 
Piştî eşkerekirina bûyerê ji raya giştî re, gelek kesan;bi taybetî niştecihên Êlih li dijî îşkenceya li navenda lênêrînê û pêvajoya darazê ya berdewam nerazîbûn nîşan dan. Jin jî amadekariyan dikin ku li Êlihê çalakiyên cûrbecûr li dar bixin  ku derbarê vê mijarê de edaletê bixwazin.
 
'50 kes li vê navendê bûne'
 
Li gorî agahiyên nû hatine bidestxistin, bi tevahî 50 kes li navenda lênêrînê hebûne ku ji wan 29 nexweşên mêr û 21 nexweşên jin bûne. Hat ragihandin ku di nav nexweşan de kesên pîr û kal jî hebûne.