Bi girseyî çûn şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm

  • 16:47 27 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm bi girseyî hat ziyaretkirin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîdê Turkoglu, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Serhat Eren, şandeya ku ji nûnerên saziyên sivîl pêk dihat, li Bismilê çûn serdana du şînan.
 
Şandeyê ewilî serdana şîna Dayika Aştiyê Behiye Sevim a ku di 25'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû û bi salan têkoşîna aştî û demokrasiyê meşandibû, kir. Şandeyê li vir sersaxî ji malbata Behiye Sevîm re xwest. 
 
Girse piştre derbasî Mala Şînê ya Ehmedê Xanê ya li Taxa Sanayiyê bû ku li wir serdana şîna Suleyman Bakir kirin. Suleyman Bakir bi salan di nav têkoşîna azadiyê ya Kurd de cihê xwe girtibû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargîl ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest dabû.
 
Her du serdanên sersaxiyê piştî xwendina diayan bi dawî bûn.