Nivîskara şanoyê Melîka Melîk Mihemedî hate berdan
- 19:49 25 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û alîkara derhênera şanoyê Melîka Mihemedî, piştî ku li Tahranê bi serdegirtineke tund hatibû girtin, hate berdan.
Dîmenên ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve hatine weşandin nîşan didin ku nivîskar û alîkara derhênera şanoyê Melîka Melîk Mihemedî piştî demekê ji girtîgeha Komara Îslamî ya Îranê hatiye berdan. Lê belê, ev berdan di siya nezelaliya derbarê rewşa doza wê, şert û mercên girtina wê û zextên muhtemel ên li dijî wê de pêk hatiye. Her wiha derbarê dîroka berdana wê de tu agahiyên zelal nînin.
Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, hêzên ewlehiyê di dawiya Çileya 2026’an de bi ser mala wê ya li Tahranê de girtine û bi pêkanîna tundiyê Melîka Melîk Mihemedî binçav kirine. Vê bûyerê careke din fikarên li ser destwerdanên ewlehiyê yên berdewam ên ku jinên di çand, huner, akademî û medyayê de xebat dikin hedef digirin, kir rojev.
Hewldanek ji bo bêdengkirina dengên serbixwe
Girtina Melîka Melîk Mihemedî tenê wekî dozeke takekesî nayê dîtin. Ev bûyer wekî beşek ji pêvajoyeke berfireh tê nirxandin ku tê de hunermendên serbixwe û rexnegir di salên dawî de bûne yek ji hedefên sereke yên saziyên ewlehî û dadweriyê.







