Li Amedê hevdîtina Roja Rojnamegerên Kurd

  • 11:25 22 Nîsan 2026
  • Rojane
 
AMED - MKG û DFG, bi minasebeta Roja Rojnamegeriya Kurd, hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de wiha hat gotin: "Di Roja Rojnamegeriya Kurdî de, em careke din dibêjin: Em ê li hember zilmê paşve gavê neavêjin. Em ê parastina gotina jinan, heqîqeta gelan û kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. Em ê şopandina rastiyê bidomînin.”
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Derbarê girîngiya rojê de jî daxuyaniyek hat dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Bi munasebeta 22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî, em careke din birêzdarî kevneşopiya 128 salan a rojnamegeriya Kurdî, hemû xebatkarên çapemeniyê yên ku ji bo rastiyê bedel dane û têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê silav dikin.
 
Rojnamegeriya Kurdî bi weşandina rojnameya Kurdistanê ya ji aliyê Mîqtad Mîthed Bedirxan ve ya di 22'yê Nîsana 1898'an de derket ser dika dîrokî. Ev dîrok ne tenê destpêka weşandina rojnameyekê, di heman demê de îradeya gel a bi dengê xwe li dijî înkar, sansur û zilmê bi axive jî nîşan dide. 
 
Rojnamegeriya Kurdî di gava xwe ya yekem de bi sirgûniyê re rû bi rû ma; lê belê, tevî 128 sal derbasbûne jî, rojnamegeriya Kurdî dev ji wê israra xwe ya nivîsandina rastiyê bernedaye.
 
Îro, rojnamegeriya Kurdî hîn jî bi girtin, zexta dadwerî, sansur, sînordarkirinên gihîştinê, dorpêça aborî û êrîşêndîjîtal re rûbirû ye. Rojnameger dema nûçeyan dişopînin dibin hedef. Hesabên medyaya dîjîtal  tên astengkirin, naveroka nûçeyan tên astengkirin. Ev jî êrîşek eşkere ya li ser mafê raya giştî yê gihîştina agahdariya rast in. Kûrbûna sansura dîjîtal a li dijî rojnameger û dezgehên nûçeyan, dewamiya pratîkên mafê darizandinek adil a di dozên çapemeniyê de têk dibin û zextên sîstematîk ên li ser dezgehên medyayê yên ne nêzîhikûmetê, di raporên dawî yên rêxistinên çapemeniya azad û navneteweyî de jîeşkeretênxuyakirin.
 
Ev rewş ne tesaduf e. Zextênli ser rojnamegeriya Kurdî beşek ji polîtîkayeke bêdengkirina rastiyê û girtina civakê ya di tariyê de ye. Ji ber ku nivîsandina rastiyê polîtîkayên şer, pratîkên dijminatiya li dijî jinan, xizaniyê, wêrankirina ekolojîk û cudakariya li dijî gelan eşkere dike. Ev e tiştê ku pergalên zordar herî zêde pê aciz dibin.
 
Lê rojnamegerên jin divê qada zordar de di bin dorpêçeke pir girantir û piralîtir de dixebitin. Ji aliyekî ve, ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê dibin hedef, ji aliyê din ve, bi zimanê zayendperest, polîtîkayên cudakar û şêweyên tundiyê yên zîhniyeta serdest a mêran re rû bi rû dimînin. Tevî vê yekê jî rojnamegerên jin li dijî medyaya serdest a mêran xeteke rojnamegeriyê ya alternatîf, wekhev û azadîxwaz ava dikin.
 
Rojnamegeriya balê dikişîne ser jinan têkoşînek e. Ev têkoşîn dengê jin, zarok, kedkar, koçber, xweza û hemû aliyên tune tên hesibandin dide xuyakirin. Ji ber vê yekê, pênûsên rojnamegerên jin ne tenê amûrên veguhestina agahiyan in; ew di heman demê de dengek û xeta têkoşînê ya bihêz a li dijî pergala serdest a mêran, polîtîkayên şer û binpêkirina rastiyê ne.
 
Em, wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), careke din dibêjin em hilgirên mîrateya 128 salan a rojnamegeriya Kurdî, kevneşopiya azadiya çapemeniyê û têkoşîna ji bo rastiyê ya ku ji hêla jinan ve tê meşandin in. Em hemû rojnamegerên ji bo azadiya çapemeniyê jiyana xweji dest dane bi rêzdarî bibîrtînin. Em piştgiriyê didin rojnamegerên tên girtin, tên darizandin, gef li wan tên xwarin, surgun dibin û karê wan tên astengkirin.
 
Her wiha em bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk dikin: Li hember zextên li ser rojnamegeriya Kurdî û xebatkarên çapemeniya azad bêdeng nemînin. Li dijî polîtîkayên, hewl didin rojnamegeriyê wekî sûc nîşan bidin, helwestek zelal nîşan bidin. Nivîsandin arastiyê ne sûc e. Parastina mafê raya giştîyê agahdarkirinê yek ji şertên herî bingehîn ên civakek demokratîk e.
 
Di 22'yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî de, em careke din dibêjin: Em ê li hember zilmê paşve gavê neavêjin. Em ê parastina gotina jinan, heqîqeta gelan û kevneşopiya çapemeniya azad bidomînin. Em ê şopandina rastiyê bidomînin.”
 
Piştî daxuyaniyê  Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û diyar kir ku Roja Rojnamegerên Kurd rojnameya "Kurdistanê" tîne bîra mirov û got: "Dîrok rojekê vê rastiyê eşkere dike. 128 sal derbas bûn, lê ne rojnameya Kurdistanê û ne jî rojnamevanî û weşangeriya Kurdî nehatine jibîrkirin. Ev girseya li vir ji ber vê sedemê min heyecan dike.
 
Nedim Oruç, nûçegihanê rojnameya Ajansa Welat ku li Girtîgeha Şirnexê girtî ye. Nedim jî ji ber sedemên siyasî, ne ji ber sedemên qanûnî, hatiye girtin. Di dema êrîşên li ser Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de wekî rojnamevan dixebitî û hatiye girtin. Bi neheqî hatiye girtin û darizandina wî di demek nêzîk de ye. Ez daxwaza berdana hemû rojnamevanên ku ji ber karê xwe hatine girtin dikim. Nedim silavên xwe şandin. Her wiha got ku ew bêriya karê xwe, hevalên xwe û keça xwe dike. Divê em vê hevgirtinê xurt bikin. Ez careke din Roja Rojnamevanên Kurd pîroz dikim. Bila ev ji bo tifaq, aştî û azadiya çapemeniya Kurd, gelê Kurd û kesên ku bi Kurdan re dijîn bibe fersendek."