‘Divê pergala perwerdehiyê ji nû ve bê destgirtin’

  • 09:04 20 Nîsan 2026
  • Rojane
Bêrîtan Tunç
 
ÎZMÎR - Jinan der barê êrîşên li hember dibistanan ên li Riha û Mereşê nirxandin kirin û diyar kirin ku tiştên tên jiyîn ne munferît e, pirsgirêka pergalê ye û divê demidlest pêşî li vê bê girtin.
 
Êrîşên li hember dibistanên li Riha û Mereşê û piştî vê parvekirinên tehdîdê yên li ser çapemeniya civakî, hawira bêewlehiyê ya li qada perwerdehiyê nîşan da. Di êrîşan de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Piştî vê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Kedkara perwerdehiyê Nazan Turk û Gul Ceylan der barê krîzên di pergala perwerdehiyê de, zextên civakî-psîkolojîk ên li ser xwendekaran de axivîn.
 
‘Divê pergala perwerdehiyê ji nû ve bê destgirtin’
 
Mamoste Nazan Turk da zanîn ku tiştên hatine jiyîn ne tenê mamoste, xwendekar, malbat hemû civak bandor kiriye û got: “Gelek sendîkayan helwesta hevpar nîşan da û dest ji kar berdan. Di hîmê vê tabloyê de polîtîkayên wezareta perwerdehiyê hene. Pergala heyî, zarokan nagihîne. Serwîsê rehberiyê baş naxebitin. Li dibistanan ewlehî tuneye. Ne tenê ya fîzîkî, ez behsa mufredat, dîsîplîn û birêvebirinê dikim. Di asta dibistana seretayî de ne cezayek disîplînê ya bi bandor heye ne jî pêkanîna di polê de bimîne heye. Ev jî hêza cezakirinê ya mamoste ji holê radike. Pergala perwerdeyê her tim diguhere. Ev jî yek ji pirsgirêka herî mezin e.”
 
Nazan Turk daxuyakirin ku ew li lîseya pîşeyî dixebite û wiha got: “Piranî xwendekar di alî aborî de prisgirêkan dijîn. Ji ber vê di çarçoveya MESEM’ê de di bin xebat û barê kar de ne. Dema dersê û piştî dersê teknolojî pir tê bikaranîn. Her tim bi telefonan re mijûlbûn heye. Tevli komên telegramê dibin. Behsa lîstikên tundiyê tên kirin. Divê malbat li vê baldar bin. Ji tiryakê bigirin heta alavên birînê her rîsk heye. Divê malbat zarokên xwe çenteyên zarokên xwe kontrol bikin.”
 
‘Hevkariya bi malbatan re girîng e’
 
Nazan Turk di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Divê malbat bi îdareya dibistanê û mamosteyan re di hevkariyê de bin. Dema der barê xwendekarekî de pirsgirêk derdikeve em gazî malbatê dikin lê malbat qebûl nakin. Dibêjin zarokên min tiştekî wisa nakin. Lê em wek kesên ji derve dinêrin pirsgirêkê objektif dibînin. Di vê mijarê de divê malbat, mijarê cidî bigirin.”
 
‘Divê demildest pêşî lê bê girtin’
 
Kedkara perwerdehiyê Gul Ceylan jî da zanîn ku tiştên jiyîn ne tesaduf in û got: “Pirsgirêkên di pergala perwerdehiya bi zorê de, pirsgirêkên ewlehiyê û pêknehatina mekanîzmayên dîsîplînê prisgirêkê giran dike. Ligel vê xwendekar li dijî mamosteyan her diçin zextxwir dibin. Malbat dibêjin zarokên me tiştekî wisa nakin. Wekê tiştek nebûye tevdigerin. Kes berpirsyariyê nagire. Ev jî tabloyê giran dike. Divê demildest tedbîr bên girtin. Tiryakbûna lîstikan ji kontrolê derketiye. Divê demildest tedbîr bên girtin.”
 
‘Çima di dema wê de mudaxale nehat kirin’
 
Gul Ceylan wiha dirêjî dayê: “Divê ev bûyer bi komekê neyê vegotin. Ev encamek e. Aliyê vê yê din heye. Belê rêxistinên wisa hene: ev ne nû ye, bi salan e hene.  Demên ku hevalên me yên mamoste hatin qetilkirin, êrîşê rêveberên dibistanê kirin hene.  Lê wê demê tedbîrên pêwist negirtin. Duh êvarê hinek operasyon hatine kirin lê ev jî rastiyê naguhere. Ev komên wisa jixwe tên zanîn. Çima di dema wê de tedbîr nayên girtin. Li dibistanan pêkanînên MESEM’ê jî qadek bi rîsk a cuda ye. Qadeke li ber teqînê ye. Lê baş nayê rojevê. Ev pirsgirêkeke girîng e.  Divê ji bo çareseriya pirsgirêkên qada perwerdehiyê hemû sendîka tevli pêvajoyê bên kirin.”