'Gavên ji bo dosyaya Gulistan Doku erênî ne lê têr nake'

  • 09:03 20 Nîsan 2026
  • Rojane
Devrîm Findik-Elfazî Toral
 
STENBOL - Rêxistinên jinan diyar kirin ku geşedanên dawî yên di dosya Gulistan Doku de girîng in lê ji bo edaletê ev têr nakin. Jinan balkişandin ser polîtîkaya bêcezahiştinê û got divê lêpirsîn bi hemû aliyan bê berfirehkirin û pêvajo bi bandor bê meşandin.
 
Rêxistinên jinan der barê geşedanên dawî yên dosyaya Gulistan Doku de daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku gavên di lêpirsînê de hatine avêtin di encama tekoşîna jinan de hatiye avêtin û got divê pêvajo bi hemû aliyan bi kurahî bê meşandin. Di nirxandinên hatin kirin de, hat diyarkirin ku polîtîkayên bêcezahiştinê tundiya li ser jinê mezin dike.
 
‘Pêşketin girîng in lê têr nakin’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinan a Sosyalîst (SKH) Perîhan Ozgul da zanîn ku dayika Gulistan Doku 6 sal in diqêre û hewara wê ye û wiha got: “Pêşketinên di dosyayê de girîng in lê têr nakin. Gulistan jineke ku hatiye windakirinê ye. Aqûbeta Rojînê ne diyar e. Têkoşîna jinan di vir de rolek mezin dilîze. Hêvîdar im di dosyaya Rojînê de jî heman tişt bên komkirin. Bila kujerên Rojînê jî bên dîtin. Jin tevî daxwaza parastinê dikin nayên parastin. Divê cezayên bi bandor bên birîn. Divê piştevaniya jinan bê mezinkirin. Divê jin ligel hev cih bigirin û zêdetir lêpirsîn bikin.”
 
‘Polîtîkayên bêcezahiştinê tundiyê mezin dike’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebat Karul jî destnîşan kir ku geşedanên di dosyaya Gulistan Doku de û binçavkirin têr nakin û wiha pê de çû: “Divê lêpirsîn bi bandor bê meşandin û lêkolînkirin. Ev ne bûyerek ji rêzê ye. Malbat 6 sal in dibêje ‘keça me li ku derê ye’. Bersiva vê pirsê nehat dayîn. Niha pêşketinên erênî hene. Lê têr nakin. Em ê şopdarê dozê bin. Sedema qetilkirina jinan polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Ji bo vê divê gavên mezin bên avêtin. Divê daraz biryarên zelal û teqez bidin.”
 
‘Ev ne serkeftin e, encama veşartin û îhmalkariya bi salan e’
 
Ji Yenî Demokrat Kadin Sevîl Dogan daxuyakirin ku lêpirsîna Gulistan Doku, ne serkeftin e, encama veşartin û îhmalkariya bi salan e û wiha domand: “Divê ji serî de lêpirsînek bi bandor bihata maşenadin û gumanbar bihata darizandin. Ekîba taybet a îro hatiye avakirin, nîşan dide ku dewlet neçar maye peywirra xwe bîne cih. Gavên hatine avêtin encama têkoşîna li kolan û ber edliyeyan hatiye meşandinê ye. Carek din derket holê ku dosyayên jinên bi guman jiyana xwe ji dest dane, bi zexta civakî tên vekirin. Divê lêpirsîna Gulistan Doku bi hemû aliyan bê berfirehkirin û di vê dosyayê de têkoşîna civakê bi bandor be.”
 
‘Edalet wê bi têkoşîna rêxistinkirî bê qezenckirin’
 
Endama Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Omur Ozturk jî daxuyakirin ku pêşketinên di dosyaya Gulistan Doku de encama têkoşîna li kolanan bûye û ev tişt bi lêv kir: “Em bêdeng neman, em netirsiyan. Me got ‘Gulistan Doku întîxar nekiriye’. Li pişt qetilkirinên jinan pergala serdest a mêr heye. Di bin gelek bûyerên dibêjin întîxar de pergalek tarî heye. Edalet ancax bi têkoşîneke rêxistinkirî dikare bê.”
 
Banga piştevaniyê
 
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Begum Turgutalp jî da zanîn ku tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û wiha pê de çû: “Tundî ranaweste. Her roj zêde dibe. Jin nayên parastin. Çareseriyên şênber pêwist in. Ez banga mezinkirina têkoşînê dikim. Divê her kes tevli piştevaniyê bibe.”
 
Seroka Lijneya Jinan a Komeleya Çandê ya Dîvrîgî Nazli Emîr jî der barê geşedanên dosyayê de axivî û wiha got: “Em hem bi kêf û hem jî xemgîn in. Di pevajoyê de hewldanên veşartinê û îhmalên cidî hene. Divê hemû bepirs bên darizandin. Em di rizandina civakî de ne. Li Tirkiyeyê hawira tundiyê her diçe zêde dibe.”