Girtiyên li Îranê ji hemû mafên xwe mehrûm in

  • 14:41 13 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku Îranê gelek hêz li girtîgehan bicih kiriye û girtî ji mafên xwe yên sereke mehrûm tên hiştin. 
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê der barê rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de, agahî parve kir. Li gorî rêxistinê, ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Îranê ve, malbat nikarin zarokên xwe yên girtî bibînin, girtî ji mafên xwe hatine bêparhiştin û rê nadin girtiyên nexweş jî bên tedawîkirin.
 
Bi domdarî di daxuyaniya torê de wiha hate gotin: “Berpirs rê nadin girtiyan bişînin cihekî din, pêwîstiya gelek girtiyan bi tedawiyê heye, lê nayên dermankirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Urmiye, Mahabad, Miyandwaw, Seqiz, Sine, Kirmaşan û Îlamê, ji ber şer ji mafê xwe hatine bêpar hiştin. Bivê re jî xwarina girtiyan hatiye kêmkirin. Nêzî 150 girtiyên nerazîbûn nîşan dane, ji Girtîgeha Mahabadê birine Girtîgeha Miyandwawê.”
 
Herî dawî wiha hate gotin: “Piştî avahiya polîsan ya li bajarê Urmiye hate bombebarankirin, bi sedan endamên hêzên taybet ên Îranê li derdora avahiya girtiya navenda Urmiyeyê kom bûne û bi şevan jî di nava hewşa girtîgehê de dimînin.”