Ji bo xebatên aboriya jinan serdana Şaredariya Nîlûferê hat kirin
- 14:25 13 Adar 2026
- Rojane
AMED - Şandeyek ku ji Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a GABB'ê hatibû avakirin, serdana Şaredariya Nilüferê kir.
Şandeyek ku ji Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a GABB'ê hatibû avakirin, serdana Şaredariya Nilüferê ku yek ji navçeyên navendî yên Bursayê ye, ji bo lêkolîna modelên hilberîna li ser bingeha keda jinan û kooperatifên li cihê kir.
Di koordînasyonê de nûnerên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ên mîna Şaredariya Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên navendî yên Peyas, Rezan, Sûr û Bajarê Nû cih girtin.
Di çarçoveya serdanê de li ser kooperatîfên jinan ên ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve têne piştgirîkirin, modelên hilberîna li ser bingeha keda jinan û bostanên bajêr ên jinan lêkolîn hat kirin û agahdariyên li ser van xebatan hatin dayîn. Her wiha, xebatên ku tên meşandin agahî wergirt û li ser modelên rêveberiya herêmî ya bi bingeha azadiya jinan, wekî sîstema hevserokiyê û temsîlîyeta wekhev, guherîn û tecrûbeyên ku hatine pêşxistin hatin parvekirin.
Ji bo xurtkirina kooperatîfên jinan û zêdetir nasandina hilberên jinan li herêmê û xebatên ku têne meşandin, dan û stendinên fikir û ramanî hatin kirin.







