Li Sêrtê civîna 8'ê Adarê

  • 15:32 1 Adar 2026
  • Rojane
SÊRT – TJA û DEM Partiyê di çarçoveya 8'ê Adarê de li Taxa Doganê civînek jinan li dar xistin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Taxa Doganê ya Sêrtê civînek jinan li dar xistin. Hevseroka DBP'ê ya bajêr Muazzez Bulga, Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş û aktîvîstên TJA'yê Figen Ekti û Berîvan Elter beşdar bûn.
 
Di civînê de, li ser komkujiyên ku di şerên li Rojhilata Navîn de li dijî jin û zarokan hatine kirin û êrîşên li ser Rojava ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin hatin bibîranîn. Di civînê de jinan bal kişandin ser têkoşînê.