Li Wanê zaroka 13 salî winda bû

  • 15:16 1 Adar 2026
  • Rojane
WAN - Li Taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê zaroka bi navê Besra Gulmez (13) ji duh êvarê ve winda ye.
 
Li gorî agahiyên ku ji malbatê hatine wergirtin, zaroka bi navê Besra Gulmez a 9 salî ji duh saet 19:00an ve winda ye. Bûyer li Taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê qewimî. Hat zanîn ku Besrayê gotiye, “Ez ê herim marketê” û ji malê derketiye û piştî wê tu agahî jê nehatiye wergirtin.