Malbata Felem Aker: Bêyî dermankirin temam bibe birin girtîgehê
- 09:06 25 Sibat 2026
- Rojane
WAN - Malbata girtiya nexweş Felem Aker axivî û got: “Girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene. Felem jî bi tena serê xwe nikare hewcedariyên xwe bîne cih. Divê girtiyên nexweş hemû demildest bên berdan.”
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bala her kesî li şertên girtîgehê bû. Tevî pêvajoyê binpêkirinên mafan yên lig irtîgehan didome. Li gorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehan 161 jê jin bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. Yek ji van girtiyên nexweş Felem Aker ya 52 salî ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê dimîne ye.
Du caran hat girtin
Felem Aker di 14’ê tebaxa 2020’an de li Şemzînan a Colemêrgê hat girtin. 6 mehan girtî ma û piştre hat berdan. Du sal şûnde 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û şandin girtîgeha Tîpa T ya Wanê.
Nexweşyên kronîk yên astim, guatr, gelekên din hene. Malbata Felem Aker axivî û got nodula guatrê mezin bûye ji ber vê divê emeliyat bibe û gotin berê jî emeliyata keseya safrayê bûye û enfeksyon girtiye. Malbatê got ji ber vê jî Felem Aker naxwaze emeliyata guatrê bibe.
Bêyî dermankirina temam bibe şandine girtîgehê
Hevjînê Felem Aker Eşref Aker got: “Di Kanûna 2024’an de li zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ji safrayê emeliyat bû. Lê bêyî dermankirina temam bibe şandin girtîgehê. Kontrol nehatinkirin, raporên pêwist nehatin dayîn. Şertên girtîgehê rîska enfeksyonê zêde kir. Dermankirin hat astengkirin. Rayedaran tiştek nekir. Dema ji safrayê emeliyat bû 12 rojan li nexweşxaneyê ma. Piştre birin girtîgehê. Oksîjena li girtîgehê kêm e. Doktoran got di encama enfeksiyonê de nodulên Felemê mezin bûne û ji sedî 45 emeliyat bi rîske. Ji ber vê em bikarin. Ji bo dermankirinê birin Tipa Edlî ya Stenbolê lê eleqeder nebûn Rapor nedan. Dermankirina wê tê astengkirin. Bi dermanan niha li ser piyane. Krîzên astima wê hene.”
Eşref Aker wiha dirêjî dayê: “Keça min di emeliyata safrayê de ligel hevjîna min bû. Hevjîna min di odeyeke li gorî girtiyan hatibû amadekirin dima. Lê ne li gorî şertên hîjyenê bû. Rewşa wê qet nebaş û. Keça min li cem dayika xwe ma. Destur girt û ma. Ger destur nehatiba dayîn wê hevjîna min emeliyat nebûna. Keça min ne li cem bûna me yê dengê hevjîna min carek din nebihistibana.”
‘Girtiyên nexweşên giran hene’
Malbata wê gotin piştî emeliyatê sê mehan hevalên koxuşa wê piştgirî danê hewcedariyên wê anîne cih û got: “Girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene. Felem jî tenê nikare hewcedariyên xwebîne cih. Li girtîgehê gumana veremê heye. Tevî testa Felemê negatîf bû jî ligel hevalan di karantînayê de tÊ girtin. Rewşa wê her tiçe giran dibe. Hefteyê carê 10 dqeyan em bi hevdîtinên gelefonê rewşa wê fêr dibin. Rewşa hevjîna min me dike fikaran. Rewşa girtiyan bandor li malbatan jî dikin. Em her hefte ji Colemêrgê tên hevdîtina Felemê. Ev me di alî aborî de jî dide zorê. Daxwaza me ev e ku hemû girtiyên nexweş bên berdan.”







