Li Îranê xwendekar li qadane: Jin jiyan azadî!
- 19:27 24 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li Îranê bi grevên xwendekaran didomin. Xwendekaran li kampûsên zanîngehan çalakiyên girseyî li dar xistintin û di çalakiyan de daxwaza azadiyê kirin û dirûşmên "Îsal sala xwînê ye, Seyyîd Alî (Hamaney) dê hilweşe" berz kirin.
Li Zanîngeha Şehîd Beheştî ya li Tehranê di roja çaremîn de jî çalakiyên xwendekaran berdewam kir. Xwendekaran bi berzkirina, “Besîc DAIŞ e” rejîma Îranê protesto kir. Li Zanîngeha Tehranê jî çalakiyan berdewam kir.
Li Îranê xwepêşandanên li dijî rejîmê ku cardin destpêkirin li zanîngehan berdewma dikin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê xwepêşandanên li Zanîngeha Şehîd Biheştî ya li Îranê ketin roja çaran. Xwendekarên li kampûsa zanîngehê kom bûn sloganên, “Besîc û Sepahî DAIŞ e”, “Azadî azadî azadî” û “Ey şehîd em hûn in” berz kirin. Xwendekaran bi çalakî û sloganan îstîfaya rejîmê xwestin û daxuyandin ku dê heta rejîm hesabê komkujiyan bide, têbikoşin.
Li gorî çavkaniyên herêmî li Zanîngeha Tehranê jî bi hezaran xwendekar çalakiyên xwe didomînin. Xwendekarên sloganên, “Azadî azadî azadî” û “Ji dîktator re mirin” berz kirin, îstîfaya rejîma mola xwest.







