Li kampa koçberên Şengalê şewat
- 10:56 22 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li kampa Çemmişko ya koçberên Şengalê ku li nêzî bajarê Zaxoyê ye, ji ber pirsgirêka elektrîkê agir bi konan ket û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Hate ragihandin duh derengiya şevê ji ber temasa elektrîkê şewat li beşeke kampa Çemmişko ya koçberên Şengalê ku dikeve nêzî bajarê Zaxo, derket.
Di encama şewatê de 3 konên koçberan bi temamî şewitîn. Ziyaneke mezin a madî gihîşt malbatên koçberan. Di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nava meha Sibatê de ev cara sêyemîne ku agir bi kampên koçberên Êzidî dikeve. Di şewatên berê yên vê mehê de, ji bilî ziyanên madî yên giran, ziyanên canî jî çêbibûn.
Pirsgirêka sîstema elektrîkê û nebûna tedbîrên ewlehiyê yên li kampan, jiyana koçberan dixe bin metirsiyê û her sal bi dehan malbat ji ber van şewatan malwêran dibin.







