Ji 25’ê jinên li Îranê hatin binçavkirin agahî nayê girtin
- 19:44 16 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragihandin ku çarenûsa 25 jinên di dema xwepêşandanên Îranê de hatine binçavkirin nediyare û fikar li ser jiyana wan hene.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, çarenûsa 25 jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di dema xwepêşandanan de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin nediyare. Vê yekê jî rê li ber fikarên mezin yên malbatan vekirine.Hate ragihandin ku jinên hatine binçavkirin ji Parêzgehên Sine, Xoresan ya Rezawî, Tehran, Esfehan, Kerac, Qewîn û Farisin.
Navê jinên hatine binçavkirin wihan ne: Niwîn Zareî, Ferzane Remezanî, Madena Muteherîyî, Mestena Muradxanî, Meryem Dirîs, Ratîme Çeloyî, Zehra Feroxî, Bîta Rehîmî, Stare Şerîetî, Fatîme Gul Mihemedî, Îlahe Şamîrzayî, Îltaî Axundî, Zehra Turkmanî, Sarîna Rezayî, Şeyda Riyahî Çeluanî, Fatîme Efşarî, Huma Temûrî, Rohangîz Îmanî, Medîne Yusifî, Semîra Şekuhî Nesib, Ayîda Etayî, Tîna Firîşte, Behar Secadî, Wîda Azadura û Nahîd Burzuyî.
Di 28’ê Kanûna 2025’an xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hemberî krîzên aborî, siyasî û civakî dest bi xwepêşandanên mezin hate kirin. Ji wê rojê heta niha li gelek navendan xwepêşandanên mezin tên kirin. Her wiha bi hezaran kes hatine qetilkirin û binçavkirin.







