Ji Abya Yala heta Kurdistanê: Jinan tora berxwedana global îlan kirin
- 22:21 15 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Delegên jinên ji Abya Yala û Kurdistanê, di konferansa ku di navbera 11-15’ê Sibatê de li dar xistin de, ragihandin ku wan toreke berxwedanê ya gerdûnî ava kiriye. Jinan li dijî şer, jenosîd û patriyarkayê biryara têkoşîna hevpar girtin.
Tevgerên jinan ên ji Abya Yala û Kurdistanê, di navbera 11-15’ê Sibatê de di “Yekemîn Konferansa Tora Jinên Pêşerojê Ava dikin” de gihîştine hev û gaveke dîrokî avêtin. Di konferansê de ku bi sedan jinên ji Haîtî, Kolombiya, Ekvador, Meksîka, Wallmapu, Qullasuyo marka, Şîlî û Kurdistanê beşdar bûn, di encamê de deklerasyonek hate weşandin. Di deklerasyonê de hat ragihandin ku li dijî şer, jenosîd, kapîtalîzm û patriyarkayê toreke têkoşînê ya navneteweyî hatiye hûnandin.
Di dema konferansê de jinan di sernavên tenduristî, perwerde, xweparastin, konfederalîzma demokratîk, aborî û çandê de ezmûnên xwe parve kirin. Di deklerasyonê de bi taybetî bal hat kişandin ser êrîşên li Filistîn, Rojava û Kolombiyayê û bang hate kirin ku roja çalakiyê ya gerdûnî ya jinan were birêxistin kirin.
Di daxuyaniya ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat weşandin de, jinan destnîşan kirin ku ew ê xeteke têkoşînê ya rêxistinkirî û demdirêj ava bikin.
Teksta daxuyaniyê bi temamî wiha ye:
"Hevalên hêja, xwişk, hevrê û jinên şoreşger ên ku jiyanê hez dikin,
Di navbera 11-15’ê Sibatê de ev ax bû şahidê biryarek dîrokî. Li gel delegên ji Abya Yala û Kurdistanê, her wiha bi hemû heval û xwişkên ku perçeyek ji vê pêvajoyê ne lê nekarîn beşdarî konferansê bibin, me nîqaş kir ka em ê pêşeroja xwe çawa ava bikin.
Ewê me têk nebin
Di konferansa xwe de em axivîn ka kapîtalîzma hov çawa laş, çiya, çem û daristanên me wêran dike. Me biryardariya xwe ya şikandina xeleka sîstematîk a mêtingeriyê ya ku bi awayên cuda êrîşî axa me dike, ragihand. Îro jenosîda li Filistîn, Rojava, Kongo û gelek welatên din berdewam dike; êrîş û komkujiyên li Abya Yala; destwerdana emperyalîst a li hemberî Venezuela û Kubayê nîşaneya vê yekê ye. Ew ê nekaribin me têk bibin
Me polîtîka deşîfre kir
Me polîtîkayên patriyarkayê, şîrketên pirneteweyî, hêzên paramîlîter û jenosîdkerên ku hewl didin jiyana me ji destê me bigirin, ziman, çand û zanîna gelên me bikin meta û wan bin kontrola xwe de bigirin, çareser û deşîfre kir. Me polîtîkayên netewe-dewletê yên ku ji bo desthilatdariya xwe bidomînin gelek pirsgirêkên mîna aborî, koçberî, bêkarî û bazarkirina zanînên bav û kalan afirandine, eşkere kir. Me li dijî akademiya ku zanîna me kêm dibîne, û sînordar dike, serî hilda; me parast ku ji bo jiyaneke baş divê zanîn were azadkirin.
Şehîdên me li vir bi me re bûn
Berta Cáceres, Julia Chuñil, Alina Sánchez, Bety Cariño, Sakine Cansız û gelek hevalên din ên ku ji bo şînkirina axê têkoşiyan û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan; hemû jinên ku me navên wan neanî ziman lê ji bo zindîkirina hêviyê li ber xwe didin, îro li vir bi me re bûn.
Me pirs kir ku em di rêya wan de çiqas pêş de çûne. Me rêbazên berxwedanê, astengiyên xwe yên madî û hişî yên ku hewl didin berxwedana me ya navxweyî û derveyî lawaz bikin, nîqaş kirin. Me nîqaşên durist, zelal, bihêz û bi îdîa meşandin ku li şûna reqabetê li ser temamkeriyê, li şûna cudahiyan li ser xalên hevpar hûr dibin. Bi hişmendiya cidiyet û berpirsiyariya dema dîrokî, me biryar da ku li dijî şerê cîhanê yê ku em îro di laşên xwe de hîs dikin, alternatîfeke kolektîf pêş bixin.
Konfederalîzma ku ji Kurdistanê bilind dibe û koka wê bi pêvajoyên li ser axa me re digihîje hev, me bihêz dike. Rêyên nû vedike û amûrên nû pêşkêşî me dike. Em bi biryar in ku li ber xwe bidin, bijîn û hêzên xwe birêxistin bikin. Em li kêleka gel û jinên ku li her derê cîhanê li dijî patriyarka, kapîtalîzm, mêtingerî û desthilatdariyê li ber xwe didin, ne.
Em bi biryar in ku vê torê bi hev re bihûnîn. Ji Abya Yala heta Kurdistanê; ji Haîtî heta Kolombiya, Ekvador, Meksîka, heta Wallmapu, Puelmapu, Qullasuyo marka û Şîlî, bi sedan jin hatin cem hev; hinek bi fîzîkî, hinek jî bi şandina dengên xwe. Em vê daxuyaniya dawî ya ku raman û hestên me yên hevpar dihewîne, parve dikin:
Em haydar in ku di navbera rêxistinên li Abya Yala û şoreşa jinê ya Kurdistanê de rêyek heye û em biryardariya xwe ya mezinkirina agirê têkoşîna hevpar radigihînin; bi nêrîna li hev û fêrbûna ji hev.
Em dizanin ku li dijî şerên patriyarkal, mêtinger, kapîtalîst, jenosîdker û talanker, hewcehiya lezgîn bi hevdîtineke gerdûnî ya jinan heye. Ji ber vê yekê em vê rêya di navbera Abya Yala û Kurdistanê de lez dikin.
Em qebûl dikin ku em gel û pêvajoyên polîtîk ên xwedî hafizeya bav û kalan in. Em giringiya mezinkirina bîra hevpar a têkoşîna jinê û xuyakirina berxwedanên xwe dizanin.
Me di sernavên tenduristî, perwerde, jineolojiya jinan, zanist û zanîn, konfederalîzma demokratîk, xweparastina beden-ax, huner û çand, ragihandin û aboriyê de nîqaş kir. Me dît ku di van qadan de ezmûn û pêşniyarên me yên derbarê cîhanên gengaz de hene; me dît ku ev îro rastiyên hêvîdar in. Em ê nîqaş û ezmûnên di van sernavan de parve bikin û li dijî pergala mirinê kûrkirina pêşniyarên xwe bidomînin.
Em ê xwe rêxistin bikin
Ji bo ku em vê rêya ku em bi hev re dimeşin bidomînin, em ê bi dem û rêbazên xwe birêxistin bibin. Wekî ku me ji Zapatîzmê fêr bûye, em ê bi soza xwe pêş de herin. “Koma dil” a Tora Jinên Pêşerojê ava dikin, dê ji bo domandina vê meşê û zindîgirtina nîqaşan berpirsiyariyê bigire ser xwe.Em wezîfeya birina van nîqaş û ezmûnên li vir ji bo axa xwe digirin ser milên xwe. Raman û çalakiyên ku em ê li gorî rastiyên xwe pêş bixin, dê bibin perçeyek ji vê hûnandina mezin.
Di vê konferansê de, wekî jinên Abya Yala, me qebûl kir ku divê em hevdu bêtir nas bikin; divê em ji nêz ve li têkoşîn û zanînên xwe yên bav û kalan binêrin. Me bal kişand ser giringiya avakirina şêwazên têkiliya bi tevgera şoreşa jinê re.Êrîş û kuştinên li Kolombiyayê me hemûyan bi hêrs dike. Em ne tenê ji bo piştgiriyê, lê ji bo ku em bi hev re bibin bersiv têdikoşin. Li hemberî van kuştin û jenosîdan divê em bêtir seferber bibin; ji bo ku em bibêjin “wawa (zarok) ne ji bo şer in”, divê em rojeke çalakiya gerdûnî diyar bikin.
Bi konferansa xwe re me di rêya hûnandina vê torê de ji Abya Yala gaveke din avêt: Tora Jinên Pêşerojê Ava dikin. Ev tor li çar aliyê cîhanê tê hûnandin û armanc dike ku em bi hev re ber bi xewnên xwe ve bimeşin. Ev ê bibe rêyeke dûr û dirêj; lê gava ku em bi hev re, di nav têkiliyê de, bi xurtkirina ramanên xwe, bi nêzikirina pratîkên xwe, bi kokdayîna li ser axa xwe û bi awayekî rêxistinkirî pêş de herin, em ê biser kevin. Jin, Jiyan, Azadî.Em naxwazin her hefte zarokên me bikujin û em tu carî vê yekê qebûl nakin.”







