‘Roja Reş’ li Rihayê hat protestokirin

  • 20:36 15 Sibat 2026
  • Rojane
RIHA - Li Rihayê komploya 15'ê Sibatê hate protestokirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di çalakiyê de got: "Siyaseta tunekirin û înkarê ya ku bi komploya 15'ê Sibatê dihat armanckirin, îro bi îradeya aştiyê ya rêzdar Ocalan têk çûye."
 
28’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê wî Rihayê hat protestokirin. Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, girseya ku li Qada Topçu ya li navçeya Xelîliyê kom bû, bi pankarta “Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin! Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” dest bi meşê kir. Welatiyan roniyên telefonên xwe pêxistin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” meşiyan.
 
 
'Siyaseta înkarê bi îradeya Birêz Ocalan têk çû’