Li dijî komployê li Qibrisê meş
- 13:29 15 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Qibrisê û dostên wan, bi dirûşma “Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re” meş dan destpêkirin.
Gelê Kurd û dostên wan ên li Qibrisê, bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, statu ji Rojava re" meşeke dirêj dan destpêkirin. Meşa ku ji navçeya Dali ya paytext Lefkoşayê destpê kir, wê heta navenda bajêr dewam bike.
Di meşê de bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Statu ji Rojava re, azadî ji Rêber Apo re" tên berzkirin. Çalakgeran, komploya navneteweyî şermezar kir û xwestin statuya Rojava bê naskirin. Beşdarên meşê diyar kirin ku wê têkoşîna xwe mezin bikin.
Meş wê li Ber Konsolosxaneya Yewnanistanê ya li Lefkoşayê bi mitîngekê bi dawî bibe. Meşa dirêj bi dirûşm û çepikan dewam dike.







