Gelê Raperînê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin
- 19:15 14 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Welatiyên Gundê Şerwêt û derdorî wê ya ser bi Raperînê bi meşekê Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Bi pêşengiya Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê bi tevlîbûna welatiyên Gundê Şerwêt û derdorî wê ya ser bi devera Raperîn li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.
Di çalakiyê de li ser navê girseyê Herêz Îbrahîm daxuyaniyek da û destnîşan kir ku 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurde û got: “15’ê Sibatê ne tenê rojeke ya girtina Serok Abdullah Ocalane, rojeke komployeke mezin ya ji bo şikandina hêviya gelekê û tinekirina gende neteweyek azad bû. Dijminên gelê Kurd wisa dizanî bi girtina Rêber Apo wê dawî li xebata Gelê Kurd bê anîn.Ne dizanî ramanê azad nayê girtin. Komplo jî bê kêr bûye. Rêber Apo tenê ne mirovek asayî ye, rêya ramanê ya neteweyek, hêz û hêviya neteweyekê ye.”
Herêz Îbrahîm balkişand ser têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê û got: “Berxwedana û serhildanên Kurdan ya li cîhanê û bi taybet ya li Başûrê Krudistanê serketina gelê me ya li Rojava bidest xist. Bû bersiva herî xurt ya li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya neyaran. Gelê Kurd wê li ser raman û fikrê Rêber Apo û bi rêveberên xwe re bigihêjin azadî û bi hev re jiyînê.”







