Jin ji bo 8'ê Adarê kom bûn

  • 15:56 13 Sibat 2026
  • Rojane
MÛŞ - Meclîsa Jinan a Şaredariya Mûşê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kir û dest bi amadekariyan kir.
 
Meclîsa Jinan a Şaredariya Mûşê ji bo destpêkirina amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî, sêyemîn civîna xwe li dar xist. Civîn li avahiya girêdayî Şaredariyê pêk hat û endamên meclîsa şaredariyê û karmendên jin ên şaredariyê tevli bûn.
 
Serokwekîla Meclîsa Jinan, Hamdiye Çakır, di civînê de axivî û got, "Îro em ne tenê civînek plansaziyê li dar dixin, em li vir in ku em bi çi hişmendî, çi helwesteke siyasî û çi berpirsiyariyeke dîrokî nêzîkî 8'ê Adarê bibin."
 
Civîn bi girtina nêrînan ji bo plansaziya 8'ê Adarê bi dawî bû.