Li Rişmilê mirina bi gûman a zarokekê

  • 14:06 12 Sibat 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Rişmilê, Melinda Aydemir a 3 salî piştî ku bi guman ji balkona mala xwe ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Rişmil a Mêrdînê, Melinda Aydemir a 3 salî piştî ku bi guman ji balkona mala xwe ket xwarê, bi giranî birîndar bû. Piştî agahdarkirina cîranan, tîmên tendiristî û polîsan çûn cihê bûyerê.
 
Hat ragihandin ku Melinda Aydemir ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê, jiyana xwe ji dest da..