Li Sûrê hevdîtinên 8'ê Adarê
- 13:00 11 Sibat 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Sûrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi jinan re civiya.
Li Amedê Rêveberiya Jinan a Şaredariya Sûrê, endamên meclîsê û rêxistina navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi jinan re civiyan.
Hevşaredara Şaredariya Sûrê Gulan Onkol di civînê de, axivî û bal kişand ser girîngiya dîrokî û civakî ya têkoşîna jinan. Gulan Onkol diyar kir ku jin dema ku bi hev re bin xurttir dibin û tekez kir ku hevgirtin hêmana herî bingehîn a xurtkirina têkoşîna jinan e.
Di civînê de her wiha girîngiya nêzîkatiyek rêveberiya herêmî ya wekhev û beşdar hate destnîşankirin ku jin di pêvajoyên biryardayînê de roleke çalak dilîzin.







