HRANA: Nêzî 7 hezar kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin
- 11:11 11 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA ragihand ku heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de nêzîkî 7 hezar kes hatine qetilkirin û nêzîkî 53 hezar xwepêşander hatine binçavkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA têkildarî bîlançoya dawî ya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.
HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve 6 hezar û 982 kes hatine qetilkirin û 52 hezar û 622 xwepêşander jî hatine binçavkirin. Her wiha 11 hezar û 22 xwepêşander jî birîndar bûne.
Li gorî rapora HRANA, ji hejmara giştî ya kesên hatîn qetilkirin; 6 hezar û 490 kes xwepêşander bûn, 215 zarok û 65 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn. Her wiha 214 kes jî endamên hêzên ser bi rejîma Îranê bûn.
HRANA da zanîn ku di nav kesên hatîn binçavkirin de 135 xwendekarên zanîngehê hene, li gel wê 11 hezar û 51 kes ji bo dezgehên ewlekariyê hatine bangkirin. 335 kes bi darê zorê neçarî îtîrafê hatine kirin.







