Li Dêrazorê mayin teqiya: 2 jê zarok 3 kesî jiyana xwe ji dest da
- 19:14 10 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bejahiya rojavayê Dêrazorê di dema derbasbûna wesayîtekê de mayin teqiya û 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, dema erebeyek li nêzî gundê Qesîbe yê gundewarê rojavayê Dêrazorê re derbas dibe mayînek pê de diteqe, di encamê de Ehmed El Mehmûd El Meşahide, keça wî û kurê wê Xalid El Mehmûd El Meşahide jiyana xwe ji dest dan. Qurbanî ji gundê Zixêr Şamiyê ne.
Li gundewarê Dêrazorê bûyerên wan ên ji ber bermahiyên şer û mayînan dubare dibin, ev jî gefan li jiyana welatiyan dixwe.







