' Divê mafên Kurdan di destûrê de werin parastin'
- 14:25 10 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li bajarên Girkê Legê, Dêrik û Amûdê bi daxwaza mîsogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de û piştgiriya hêzên parastina herêmê, meşên girseyî hatin lidarxistin.
Li Girkê Legê, Dêrik û Amûdê bi hezaran kes bi meşên girsayî daxwaza mîsogerkirina mafên Kurdan di destûrê de kirIn û piştgiriya xwe bi hêzên parêzvanên herêmê re nîşan dan. Her wiha peyama yekitiya neteweyî dan.
Girkê Legê
Şêniyên Girkê Legê û Rimêlanê, tevî endamên saziyên sivîl ji Qada Şehîd Xebat ber bi sûka navendî ve meşiyan. Di meşê de alên Kurdistanê, YPG û YPJ’ê hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkirin" hatin vekirin.
Meş li sûka navnedî veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre bi navê Însiyatîfa Gel Fatima Lekto axivî û got: "Ev meşa me peyama ’Îradeya gelan ji hemû hewldanên çewistandinê bihêzitr e’ û ‘Jin pêşengên berxwedanê ne’ ji cîhanê re.”
Fatima Lekto diyar kir ku divê mafên gelê Kurd di destûrê de werin parastin û anî ziman ku yekitiya gel jêdera hêzê ye, bi yekitiyê Kurd dikarin siberoja xwe ava bikin. Her wiha destnîşan kir ku divê dengê Kurdan di destûr û lihevkirinên siyasî de were mîsogerkirin.
Fatima di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê bi hemû cûreyan berxwedanê bidomînin.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
Dêrik
Li Dêrikê jî bi hezaran kes ji qada Azadî heta kolana Kornîş meşiyan. Di meşê de alên Kurdistanê, YPJ û YPG’ê hatin hildan û pankarta "Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkirin" hat vekirin.
Li kolana Kornîş deqeyekê rêz hat kirin. Piştre endamê PYD’ê Mihemed Ebdurehîm axivî û diyar kir ku berxwdana Rojava û yekitiya gelê Kurd komployên li ser gelêl Kurd pûç kirin.
Mihemed Ebdurehîm anî ziman ku divê gelê Kurd li Rojava, Başûr, Bakur û Ewropayê serhildanê bidomînin ta mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin mîsogerkirin û destkeftiyên bi keda şehîdên Rojava hatin bidestxistin, werin parastin.
Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.
Amûdê
Li Amûdê jî bi heman armancê meşeke girseyî pêk hat. Meş ji qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de alên Kurdistanê, YPJ û YPJ’ê hatin hildan û pankarta "Divê mafên me di destûrê de werin parastin" hat vekirin.
Meş li navenda bajar sekinî. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevseroka Meclisa Bajarokê Topiz Mura Zoro axivî û got dîrok xwe dubare dike, li dijî Kurdan konsepta qirkirinê tê meşandin.
Meha Zoro destnîşan kir ku di serî de yên jinan, divê mafên rewa yên Kurdan wern parastin. Her wiha îşaret pê kir ku yekitî û berxwedana gelê rêya bidestxistina mafan e.
Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rojava bi dawî bû.







