40 binçavkiriyên din ên ESP'yî sewqî edliyeyê hatin kirin
- 12:01 6 Sibat 2026
- Rojane
STENBOL - Di operasyona li dijî ESPê de 96 kes hatibûn binçavkirin. Duh ji 56 kesan 47 kes hatibûn girtin, 9 kes jî hatibûn berdan. 40 kesên din jî îro sewqî edliyeyê kirin.
Di 3yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyonekê siyasî pêk hat. Polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girt û 96 kesan binçav kiribû.
Ji 99 kesan 56 kes duh sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin. 56 kes piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dadgeriyê Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî ji nav de 47 kes hatibûn girtin, 9 kes jî bi kontrola edlî hatibûn berdan.
40 kesen din ên binçavkirî sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin. Dê di saetên pêş de îfadeya dozgerî dest pê bike.







