TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn li dij komkujiyên li ser Kurdan bang kirin
- 10:55 15 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-ÇAND û Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgînê diyar kirin ku divê li hemberî komkujiyên li ser gelê Kurd, koçberiya bi darê zorê û êrîşan bêdeng nemînin û ji bo çalakiyên ku wê di rojên pêş de werin lidarxistin banga beşdarbûnê kirin.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ya Ewropayê (TEV-ÇAND) û Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgînê bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser êrîşên li ser Kurdên li Sûriyeyê û daxwazên azadiyê yên gelê Rojhilatê Kurdistanê û banga beşdarbûna çalakiyan kirin.
Her du tevgerên çand û hunerê di daxuyaniya xwe hevpar de diyar kirin ku dewletên serdest ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd hedef digirin û ev yek hate gotin: "Careke din dewletên serdest dixwazin gelê me yê li ser axa xwe ne ,bikin qurbanên berjewendiyên xwe. Hemû mafên mirovahiyê binpê dikin, guh nadin kuştin, talan û hovîtiya ku li ser gelê me dibe, berovajî wê rê li ber komkujî û koçberiyan vedikin. Gelê me ,ku bi hezaran cangorî li dijî hovîtî û terora cihadiîstan û çeteyên dewleta Tirk dane, dewletên serdest ji bo lihevkirinên xwe yên bêpîvan û dagirkirinê, dixwazin vî gelî careke dikin bikin qurban."
TEV-ÇAND û Tevgera Çand û Hunerê ya Mizgînê di dewama daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişandin ser berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û gotin: "Ruhê yekbûnê ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşerfiyê de derket, diyar kir ku Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê, ne tenê sînorên çêkirî, sînorên partî û rêxistinan jî derbas kirin û bi yek ruhî, yek helwestê li hemberî hovîtiyê sekinî. Ev nîşaneya ku çarenûsa gelê Kurd li her deverê bi hev ve girêdayî ye loma helwest jî yek e."
Di dewama daxuyaniyê de di serî de hunermend û rewşenbîr bang li her kesî hate kirin bi helwesteke neteweyî û bi rûmet beşdarî çalakiyan bibin û ev yek hatin gotin: "Di serî de hunermend, rewşenbîr û bîrewer em her bi wî ruhî bang li hemû gelên xwe dikin ku bi wê helwesta netewî û şanaz, em beşdarî çalakiyan bibin û li kêleka gelê xwe rawestin. Li hemberî gefên talanê yên HTŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava û ji bo azadiya gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistanê divê hunermend çalak bin û di serkêşiya vê dema hesas de cih bigrin ku ne tenê çarenûsa gelê me, ya herêmê bi giştî rastî gefên herî dijwar tê."
Tevgerên çand û hunerê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişandin ser çalakiyên li dijî hatina Serokê HTŞ’ê ya ji Elmanyayê re û çalakiyên wê ji bo azadiya gelê Rojhilatê Kurdistanê werin lidarxistin û ev yek hatin gotin: "Di serî de çalakiya ku wê 19’ê vê mehê li Berlîn û Bonnê li hemberî hatina Serokê HTŞ’ê Colanî ya ji Elmanyayê re û dîsa çalakiyên ku wê di 17 û 25’ê vê mehê de ji bo azadiya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê werin lidarxistin divê hunermend ne tenê li ser medya dijîtal divê li qadan bin û sekna xwe nîşan bidin."







