Ji Xelatgira Nobelê Malala Yusufzayê piştgirî ji bo çalakiyên li Îranê
- 14:32 13 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malala Yusufzayê Pakistanî, xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên li Îranê yên berdewam nîşan da.
Çalakvan û parêzvana perwerdehiyê ya Pakistanî û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Malala Yusufzayê, piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên li seranserê Îranê ragihand û daxwaz kir ku daxwazên xwepêşanderan ji bo diyarkirina pêşeroja xwe ya siyasî werin bihîstin. Malala Yusufzayê, di daxuyaniya xwe de, destnîşan kir ku xwepêşandanên li Îranê nikarin ji sînordarkirinên demdirêj ên li derî serxwebûna zarokên keç û jinan in.
Malala Yusufzayê destnîşan kir ku ev qedexe li hemû warên jiyana giştî, bi taybetî di perwerdeyê de tên sepandin û diyar kir ku keçên Îranî, mîna keçên li seranserê cîhanê, jiyaneke hêjayî rûmeta mirovan dixwazin. Malala Yusufzayê bilêv kir ku gelê Îranê demeke dirêj e li dijî van zextan hişyarî daye, rîskên mezin ên kesane digire ser xwe, lê dengê wan bi dehan salan e tê tepisandin. Malala Yusufzayê destnîşan kir ku ev qedexe beşek ji pergaleke li ser bingeha zayendî ne û got ku ev pergal li ser bingeha cudakariya zayendî, çavdêrî û cezakirinê hatiye avakirin û azadî, hilbijartin û ewlehiyê ji qada perwerdeyê wêdetir sînordar dike.
Malala Yusufzayê bal kişand ser daxwazên xwepêşanderên li Îranê û got ku xwepêşander dixwazin dengê wan were bihîstin û mafê wan hebe ku pêşeroja xwe ya siyasî diyar bikin. Malala Yusufzayê destnîşan kir ku ev pêşeroj divê ji hêla gelê Îranê ve, bi pêşengiya jin û keçên Îranî, were şekildan, ne ji hêla hêzên biyanî an rejîmên zordar ve û got: "Ew heq dikin ku pêşeroja xwe diyar bikin."







