Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin berxwedana jinan silav kir

  • 11:50 13 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê modeleke pêşketî ya fedakarî û berxwedanê nîşan da. Her wiha destnîşan kir ku der barê sûcên li her du taxan hatine kirin dê hesab bê xwestin.
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên komên çete yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û berxwedana jinan a li hemberî êrişan de daxuyaniyek nivîsîkî weşand.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Ligel şert û mercên dijwar ku gelê me tê re derbas dibe, jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di berxwedan, parastina rûmeta mirovî û li hemberî polîtîkayên zordestî û tundiya sîstematîk de bi awayekî pêşeng cih girtine.
 
Jinan li van her du taxan ne tenê bi sekna xwe ya rojane ya li hember dorpêçkirin û binpêkirinan, lê her wiha bi beşdariya çalak di parastina civaka xwe de û parastina nirx û jiyana mirovî, modeleke pêşketî ya fedakarî û berxwedanê nîşan da.
 
Em sûcê ku wijdanê mirovahiyê hejand anku sûcê bêrêziya li hembeî cenazeyê hevaleke leheng a berxwedêr şermezar dikin. Di dîmenekê ku bi awayekî berfireh belav bû de hate dîtin; çeteyên girêdayî hikumeta Şamê cenazeyê wê ji avahiyekê bilind avêtin. Ev yek binpêkirineke mezin a nirxên exlaq û mirovahiyê ye. Di heman demê de binpêkirina pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina rûmeta mirovan piştî mirinê ye.
 
Ev pêkanîn di bin tu hincetan de be nayên rewakirin û asteke xeternak a bêhurmetiya li hemberî jiyana mirovan nîşan didin. Di heman demê de hewldaneke ku bi rêya tirsandin û heqaretê îradeya civakê were şikandin.
 
Her wiha em fikarên xwe ji ber neheqî, heqaret û muameleya xirab a li hemberî dîlgirtiyan tînin ziman û bi tundî şermezar dikin. Ev nêzîkatî binpêkirineke aşkereyî ya qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina dîgirtiyan û mîsogerkirina muameleya bi rûmet û hurmet a li hemberî wan e.
 
Em teqez dikin ku nabe rûmeta mirovan were binpêkirin. Armanckirina jinan, bêrêziya li hemberî cenazeyan, heqareta li girtiyan sûc in, divê derbas nebin. Lê der barê van sûcan de divê lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe were vekirin û hesab ji berpirsyaran re were xwestin.
 
Herî dawî em berxwedana jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin. Du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jin-Heleb piştî ku berxwedaneke dîrokî û efsanewî raber kirin gihaştin asta şehadetê. Em ji birîndaran re şîfaya lezgîn hêvî dikin. Em teqez dikin ku sûcên têne kirin îradeya jinan naşkîne, lê belê girêdana gelê me bi mafên xwe yê rewa yê azadî, edalet û jiyaneke bi rûmet ve zêdetir dike."