Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

  • 14:00 8 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Rêxistina Jinên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û berxwedana li Îranê daxuyaniyek da û got: ‘’Em piştgiriyê didin gelê xwe yê bi vîna xwe jiyaneke azad û demokratîk ava dikin.’’
 
Rêxistina Jinên Kurd ên li Rûsyayê têkildarî êrişên hêzên hikûmeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bexwedana li Îranê daxuıyaniyek da.
 
Naveroka daxuyaniya Rêxistina Jinên Kurd ên li Rûsyayê bi vî rengî ye:
 
‘’Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve ye pergala desthilatên ku bi zihnîyeta mêr hatine avakirin, li hemberî vîna gelê Kurd û gelê Îranê û bi taybetî jî li hemberî jinên Kurd erişên tund pêş dixin. Rejîma tundrew û mafê mirovan nas nake û hemû qanûnan binpê dike, bi taybet bajarên Kurdan armanc digire û li hemberî vîna jin û gelan ku edî nikare pergala xwe ya serdest li ser lingan bigire erîşî gel, jin û zarokan dike. Em bang li mafên mirovan û hemû kesên azadîxwaz dikin ku vê bêhiqûqî û bêedaletiyê qebûl nekin.
 
Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê erîşên hikûmeta demkî û çeteyên we pêş ketin. Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi taybet gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi vîna xwe ya ji pola bi salan e li hemberî zîhniyeta DAÎŞ’ê  ya dirinde li ber xwe dane û bi vîna xwe ya ji pola jiyaneke demokratik û vîna kû bi xwe xwe bi rê ve bibe, dane avakirin û xwe bi xwe diparêzin. Di serî de hemu gelê Kurd û mafên mirovan em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ji bo parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê bi rengekî lezgîn tev bigerin.
 
Bi taybet em piştevaniyê didin hem gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û hem jî yê Rojavayê Kurdistanê yên ku bi vîna xwe jiyanek demokratik û azad diafirînin. Em van erîşên hovane yên li ser gelê Kurd û jinên Kurd şermezar dikin. Em weke Rêxistina Jinên Kurd ên li Rûsyayê dibêjin ku em li gel we ne, piştgiriyê didin têkoşîn û berxwedanîya we.’’