Fatma Uyar, jiyaneke xwe daye ser têkoşîna jinê
- 09:03 4 Çile 2026
- Portre
NAVENDA NUÇEYA- Fatma Uyar di qedexeyên derketina derve ya Sîlopiyê de hedef hat girtin û qetilkirin. Fatma Uyar seranserê jiyana xwe têkoşîna azadiya jinên Kurd rêxistin kir. Mirina wê jî bû yek ji sembola rejîma darbeyê ya 2015-2016’an.
Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di qedexeyên derketina derve ya 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin de gelek kes hatin qetilkirin. Di pêvajoya ku qedexe berdewam dikirin de di 4’ê Çileya 2016’an de endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya herêmên Demokratîk(DBP) Sêvê Demîr, Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin hatin qetilirin.
‘Di nava tundiya dewletê de hat dinê’
Fatma Uyar di 28’ê tebaxa 1988’an de li gundê Dihok ê Sîlopî ya Şirnexê yek ji 7 zarokên malbatekê hat dinê. Gundê wan hat valakirin û ji ber vê malbata wê hîna Fatma sê mehî bû koçî gundê Milga Şantiyê dikin û piştî vê jî koçî naveda Şirnexê dikin. Fatma Uyar di nava tundiya dewltê de tê dinê û dema mezin dibe jî şahidiya têkoşîn azadiya gelê Kurd dike.
‘Tevlibûna têkoşînê, girtin û piştî wê’
Malbata wê ji ber tundiya dewletê û valakirina gundan, nêzî têkoşîna azadiya Kurd bû. Bi bandora vê re Fatma Uyar di salên 2000’î de tevli xebatên ciwanan dibe. Di 2009’an de bi endamtiya rêxistinê tê girtin û 5 salan girtî dimîne. Dî heman demê de bavê wê Reşît Uyar jî cezayê muebetê lê hat birîn. Di vê pêvajoyê de bi bavê xwe re li girtîgeha Mêrdînê dimîne. Piştre surgunê girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê tê kirin. Piştî tahliyeyê di bin KJA’yê de xebatên xwe berdewam kir.Fatma Uyar hem bi hevalên xwe yên têkoşînê hem jî bi jinên Kurd re her tim di piştevaniyê de bû.”
‘Bu şahida gelek geşedanan’
Fatma Uyar bû şahidên gelek geşedanên girîng ku yek ji van di 1999’an de anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a girava Îmrlaiyê bû. Piştî vê di 2008’an de têkoşîna tevli bibû bi hevdîtinên Osloyê gihiştibû qonaxek nû. Dj pêvajoya Osloyê de li Farqîna Amedê 13 leşker hatin kuştin û ev pêvajo bi dawî bû. Hinceta vê jî 13 leşker ji aliyê PKK’iyan ve hatine kuştin bû. PKK’ê jî diyar kiribû ev komployek hatiye organîzekirinê ye. Yek ji asta din a di têkoşîna Kur de pêvajoya çareseriyê ya 2013’an bû. Pêvajoy hatibû destpêkirin bi kuştina du polîsên li Serêkaniyê bidawî bû. Fatna Uyar herî zêde dî pêvajoya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi awayekî aktîf tevli xebatan bû.
‘Di pevçûnên li bajaran de di nava gel de cih girt’
Pêvajoya muzakereyê ewil di 9’ê Çileyê 2013’an de bi qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylmez yên li Parîsê hatin qetilkirin re hat parçekirin. Ev komkujî dihat wateya hedefgirtina îradeya jinê wek qetilkirina Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir. Pêvajo di 28’ê Sibata 2015’an de bi tunekirina deklersyona Dolmabahçeyê tune hat hesibandin. Di deklerasyonê de mafê berfireh yên ji bo gelan hebûn û demokratîkbûna Tirkiyeyê hebû. Dewletê ev metn qebûl nekir. HDP’ê di 7’ê hezîran û 1’ê Mijdarê de di hilbijartinên giştî de ji sedî 10 bend derbas kiribû. Dewletê di 14’ê Tîrmeha 2015’an de bi PKK’ê re ji nû ve dest bi şer kir. Li bajarên Kurdistanê zext zêde bûn. Di tebaxa 2015’an de rêveberiyên xweser hatin îlanikrin. Dewletê bajar dorpêç kirin. Bi çekên taybet, zirx û tankan sivîl qetil kirin. Li Sîlopiyê gelek sivîl hatin qetilkirin. Sê siyasetmedarên jin jî hedef hatin girtin û qetilkirin.
‘Hedef hat girtin û qetilkirin’
Fatma Uyar bi her du hevalên xwe yên siyasetmedar re du nava rojê ji aliyê segvanan ve bi zanebûn hedef hat giritn û qetilkirin. Tevî ku hem HDP hem DEM Partiyê ji bo ronîkirina komkujiyê bi dehan carî pêşnûmepirs dan jî yek nehat bersivandin.
Fatma Uyar ku yek ji siyasetmedara jin ya ku têkoşîna jinan ji xwe re mînak digire, di nava gel de ji bo gelê xwe canê xwe da. Mîrateya wê hiştiye ji hezaran jinî re bibe ronahî.







