Hêzên hikumetê vegûhêz a Şamê êrîşê Siwêdayê kir
- 20:15 3 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora bajarê Siwêdayê topbaran kir, di encama êrîşê de çend kes birîndar bûn. Li derdora El Mensûra jî pevçûn rû dan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê derdora bajarê Siwêdayê topbaran kir, topên ku bajarokê Welga hatin avêtin li nêzî Çerxerêya El Umaran ketin, di encamê çend kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li derdora bajarokê El Mensûra jî di navbera Parêzvanên Niştimanî û komên girêdayî hikûmeta veguhêz de pevçûn rû da. Ji dema ku agirbest hatiye ragihandin heta niha hêzên hikumeta veguhêz gelek caran agirbest binpê kirine.







