Meral Daniş Beştaş:Divê em ji bo azadiyê berpirsyariyê bigirin

  • 19:07 3 Çile 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di hevdîtina ji bo Sirri Sureya Onder pêk hat de axivî û da zanîn ku aştî bi xwedîderketinê pêkane û got: “Ji Pirsûsê re aştî ji Kobanê re şer nabe. Ji bo Girava Îmraliyê azad bibe peywir dikeve ser milê me hemûyan.”
 
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navenda Çanda Narlidere hevdîtina ‘Bîranîna Sirri Sureyya Onder, aştî û ciwan’ pêk anîn. Li salona hevdîtinê pankarta kampanya ‘ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ hat daliqandin. Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera Erziromê Meral Daniş Beştaş û keça Sirri Sureyya Onder, Ceren Onder Kandemîr di hevdîtinê de wek axaftinker cih girtin. Her wiha hunermend Mercan ARgunaga jî derkest ser dîkê û stran got.
 
Ceren Onder Kandemîr da zanîn ku hevdîtin ji bo wê gelek watedare û ji bo hemû kesên ji bo aştiyê hêviya xwe winda nekirin û têdikoşin spas kir.
 
Piştre Meral Daniş Beştaş axivî û da zanîn ku Sirri Sureyya Onder mîrateyek mezin hiştiye û ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têkoşînek mezin daye. Meral Daniş Beşta wiha got: “Em soz didin Sirri Sureyya Onder. Em ê teqez aştiyê bînin ser vê axê. Em bi gelên Tirkiyeyê û Birêz Abdullah Ocalan bawerin. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve. Aştî bi xwedî derketinê pêkane.  Ji Pirsûsê re aştî ji Kobanê re şer nabe. Ji bo Girava Îmraliyê azad bibe peywir dikeve ser milê me hemûyan. Ji bo aştiyê divê hemû kes berpirsyariyê bitgirin ser xwe. “
 
Piştî axaftinan hunermend Mercan Argunaga derket ser dîkê û stranên xwe got.