Sê komkujî yek konsept: Plana tasfiyekirina pêşengiya jinê

  • 09:06 31 Kanûn 2025
  • Rojane
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Silopiyê heta Parîsê komkujiyên jinan yên ji 2013’yan heta 2024’an. Ev berdewamkirina konsepteke netew-dewlet û dewletê ya sîstematîk ku xeta azadiya jinan, paradîgma modernîteya demokratîk û rêxitibûna civakê hedef digire ye.
 
Di 4’ê Çileyê 2016’an de qetilkirina Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar; di 2013’yan de li Parîsê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, di 2024’an de qetilkirina Evîn Goyî. Ev sê dîrok li erdnîgarî û demên cuda bên jiyîn jî strejî hevpar e. Ev konsepta polîtîka sîstematîk ya jinên pêşneng yên Kurd hedef digire ye.
 
Ev komkujî ne tesadufin, berovajî vê encama tirsa ji hebûna bandora azadîxwaz û demokratîk a ku jinên Kurd afirandiye.
 
Konsepta çewisandina pêşengiya jinan
 
Di dema rêveberiya xweser a 2015-2016’an de yek ji rupelên herî tarî li Sîlopiyê hat jiyîn. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ne tenê rêveberên DBP an jî pêk hateyên TJA’yê bû. Kesên ku pêşengiya jinan rêxistin dikirin bûn. Ji ber vê jî bi zanebûn hedef hatin girtin.
 
Li Sîlopiyê ji meclîsên taxê bigirin heta rêxitibûna jinên ciwan, ji parastina herêmî bigirin heta torên piştevaniya civakî rêxistin dikirin. Ji ber vê jî hedef hatin girtin. Bi rojan xwenegîhandina cenazeyan, teşhîrkirina bedenan, astengkirina ambulansan. Ev ne tenê "şaşîtiya polîtîka ewlehiyê’ bûn. Ev peyameke ‘îradeya jinê ya rêxistinkirî tunekirin’ bû.
 
Îmhaya îdeolojîk
 
Di 9’ê Çileyê 2013’yan de li Parîsê qetilkirina Sakîne Cansiz, operasyoneke berfireh a îstîxbarata Tirkiye û Ewropayê bû. Sakîne Cansiz yek ji damezrînera îdeolojiya azadiya jinê bû. Yên xwestin Sakîne Canazi qetil bikin xwestin bîra dîrokî ya gel bibirin. Fîdan Dogan li Parîsê yek ji kesan herî çalak a têkoşîn a siyasî ya Kurd a li Ewropayê bû. Hedefgirtina wê bi armanca pira dîplomatîk navbera Ewropa û Tevgera Azadiya Kurd bê birînê bû. Leyla Şaylemez yek ji nûnera rêxistina jinên ciwan bû. Bi hedefgirtirina pêşeroj hedef hat girtin. Di asta navneteweyî de plankirina vê komkujiyê wek îmhakirina îdeolojîk dertê pêşberî me.
 
Sê fikarên stratejîk
 
Di van komkujiyan de sê fikarên stratejîk hene. Ya yekemîn astengkirina xeta azadiya jinê, ya duyemîn tunekirina fikra modernîteya demokrtîk. Ya seyemîn jî şikestina hestiyê rêxistinbûna civakî bû. Di têkoşîna azadiya Kurd de ji ber jin ne tenê tevliker, kirdeya damezrîner bûn, ev êrîş pêk hat. Di heman demê de ev êrîş li hember rêxistibûna civakî jî hatiye kirin.
 
Xelekên vê zincîrê
 
Ev komkujî xelekên zincîrekê ava dikin. Hevkariya van her sê deman ev e; jinên rêveberiya xwser a demokratîk-herêmî ya Sîlopiyê tunekirin; hedefgirtina kadroyên damezerîner û dîplmatên dîrokî yên tevgerê ya li Parîsê, qetilkirina Evîn Goyî jî bi armanca tunekirina pêşengên qada mdoernîteya demokratîk bû. Ev berdewamkirina konsepteke netew-dewlet û dewletê ya sîstematîk ku xeta azadiya jinan, paradîgma modernîteya demokratîk û rêxitibûna civakê hedef digire ye.