Xebatên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ didomin

  • 16:35 30 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - Hevşaredar û nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk ên navend û navçeyên Amedê, bênavber xebatên mitînga “Hêvî û Azadiyê” didomînin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê di 4'ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Xebatên amadekariya mitîngê tevî hewayê sar bi coş didomin.
 
Peyas
 
Hevşaredarên Peyasê û nûnerên saziyên sivîl li navçeya Peyasê sardana gel û esnafan kirin. Di serdanan de nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk gel vexwendine mitîngê, behsa girîngiya mitînga Hevî û Azadiyê kirin û bi belavokan gel vexwendin mitîngê.
 
Farqîn
 
Hevşaredarên Farqînê bi tevlîbûna Hevşaredaran, Parlamenterê Amedê Serhat Eren û êndamên Platforma Saziyên Demokratîk li Farqînê sardana esnaf û gel kirin û wan vexwendin mitîngê.
 
Erxanî
 
Hevşaredarên Erxaniyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken, Parlamentera Amedê Halîde Turkoglu, Hevserokê DBPê ya Amedê Ahmet Dogan û rêveberên DEM Partî û DBPê ya Amedê li sûka Erxaniyê serdana esnafan kirin û wan vexwendin mitîngê.
 
Sûr
 
Li Sûrê jî endamên Platforma Saziyên Demokratîk, DEM Partî û DBPê kolan bi kolan geriyan û gel vexwendin mitîngê.