Êrişên li dijî elewiyan dewam dikin
- 13:33 30 Kanûn 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek deverên perav û naverasta Sûriyeyê êriş hatin kirin, milkên şêniyan hatin xirabkirin û dirûşmên mezhebperest hatin berzkirin.
Duh êvarê li gelek deverên perav û naverasta Sûriyeyê bûyerên tundî û binpêkirinan rû da.
Li bajarokê Mehrûs ê li rojavayê Hemayê komeke çekdaran ku li motorsîklêtan siwar bûbûn, bombe û gule avêtin mal û dikanên şêniyan. Di encamê zirarên madî derketin û tirsek di nava şêniyan de çêbû.
Li bajarê Humsê jî li cihên ku xwendekar lê dimînin dirûşmên taîfî hatin berzkirin.
Alîgirên hikumeta veguhêz li gelek taxên bajarê Laziqiyê wekî Meşrûî Sabail, taxa Zîraa û Çerxerêya El Ezherî jî êrişî mal û milkên şêniyan kir û gotinên taîfî li dijî Elewiyan kirin.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku komeke ciwanan bi çek û kêran ketin taxa Remil Şemalî û tirs di nava şêniyan de çêkirin.
Li çerxerêya El Emara ya bajarê Ceblê yê Laziqiyê dikan hatin şikandin. Her wiha hêzên hikumeta veguhêz têketinên gelek taxan qedexe kirin.
Ji bajarê Laziqiyê jî êriş li zarokekî Elewî hat kirin û bi lêdan û gefan wî neçar dikin ku dev jî mezheba Elewî. Dîmen ku di demeke kurt de belav bû bû sedema hêrs û nerazîbûnan.
Serokê Meclisa Îslamî ya Elewiyan Şêx Xezal Xezal duh derengî şevê daxuyaniyek belav kir û bang li Elewiyan kir ku "nekevin xefika şerê navxweyî û provokasyonan". Şêx Xezal Xezal bang kir li dijî fitneyan derkevin û got şer xizmeta dijminên Sûriyeyê dike.







