Malbata Rojda Yakişikli ya hat qetilkirin hat ziyaret kirin

  • 14:49 30 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - TJA û Şaredariya Sûrê serdana malbata Rojda Yakişik ku hatibû kuştin kirin.
 
Okay Gur ku bi Pakêta Darazê ya 11emîn li Amed hate berdan, di 27'ê Kanûnê de Rojda Yakişikli kuşt. Kuştina Rojda Yakişikli di nav rêxistinên jinan de bû sedema nerazîbûn û hêrseke mezin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Şaredariya Sûrê Gulan Önkol û endamên meclîsê serdana malbata Rojda Yakişikli kirin da ku sersaxiyê bidin malbatê.
 
Der barê Pakêta Darazê ya 11'emîn û kuştina Rojda Yakişikli de, dê sie Platforma Dîcle Amed (DAKAP) li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê.  .