Seroka Giştî ya AAKB’ê: Hikûmet neçar e gavê bavêje
- 09:02 29 Kanûn 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
ŞIRNEX - Seroka Giştî ya AAKB’ê Ozgur Demîr der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî û da zanîn ku ew bi samîmiyeta hikûmetê bawer nakin û wiha got: “Çawa PKK’ê çek şewitand divê hikûmet jî gavê bavêje.”
Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir û bi vê bangê re di alî avakirina aştiya civakî û bidawîbûna pêvajoya pevçûnan de jî nîqaş tên meşandin. Pêvajoya ku saleke hatiye destpêkirin bû rojeva esas a civakê. Di serî de gelê Kurd hemû aliyên ji ber nasname, ol, ziman û nîjadê rastî newekheviyê tên daxwazên xwe bi awayekî xurt tînin ziman. Di vê pêvajoyê de ji aktorên siyasî heta civaka sivîl aliyekî berfireh diyar dikin ku aştî bi avakirina civakek demokratîk pêkan e.
Seroka Giştî ya Yekitiya Jinên Elewî ya Almanyayê (AAKB) Ozgur Demîr der barê pêvajoyê de axivî.
‘Ji bo aştiyê divê qirkirin bên nasîn’
Ozgur Demîr daxuyakirin ku bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskê çûne wir û got di komkujiya 14 sal berê pêk hatiye de 34 kesî jiyana xwe ji dest daye. Ozgur Demîr da zanîn ku ji 27’ê Sibatê heta niha pêvajoyeke ku hatiye destpêkirin heye û wiha domand: “Em pêvajoyê girîng û bi nirx dibînin. Neçar e aştî bê welat lê ji bo aştiyê divê gotinên nefretê û qirkirin bên pênasekirin. Heta ev neyê nasîn aştî jî nikare bê avakirin. Bi aliyekî re aştî, li aliyê din jî newekhevî nabe.”
‘Em ji samîmiyeta hikûmetê bawer nakin’
Ozgur Demîr destnîşan kir gava ku PKK’ê avêtiye gelek bi nirx e û ev tişt anî ziman: “Li gorî min sedemên ku hikûmet gavê navêjin hene. Li aliyekî aştî, muzakere li aliyê din jî tayînkirina qeyûman ji bo partiyên muxalefetê didome. Heman demê de girtina rojnameger, siyasetmedar û nivîskaran di rojevê de ye. Em hemû dizanin ku dawiya vê digihêje ku derê. Niha ji bilî seknek polîtîk tiştek din tuneye. Bêguman ji samîmiyeta hikûmetê jî bawer nakim. Çawa PKK’ê çek şewitand divê hikûmet jî gavê bavêje.”
‘Bi salan e li ser Kurd û Elewiyan qirkirin heye’
Ozgur Demîr bal kişand ser naskirina qirkirin û komkujiyên hatine jiyîn û wiha dirêjî dayê: “Divê em ewil bên rû hev. Bêyî rûhevhatinê em bi samîmiyeta aştiyê bawer nakin. Bi salan e li erdnîgariya Rojhilata Navîn li ser Kurd û Elewiyan qirkirin pêk tê. Ji bo ev bidawî bin divê dewlet jidil be. Ji bo mayîndebûna aştiyê divê daxwazên Kurdan, Elewiyan û hemû aliyan baldar bê girtin. Heta ev daxwaz nekevin rojevê samîmiyeta aştiyê jî tuneye.”







